Serkeftina Kobanê Soza Meya Demê Ye

11

Bi boneya salvegera 6. a rizgarkirina warê berxwedanê Kobanê di serî de li Rêberê gelan Rêber APO, hemû rêhevalên meyên ku bi rihên xwe yên fedaî ku îro bûne sembola Berxwedana gelan, malbatên şehîdan, tevahî şervanên li ser riya heqîqetê tekoşîn dikin, hemû dostên gelê Kurd û tevahî mirovahiyê pîroz dikim.

Şerê li Kobanê li himber hovîtiya dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê hate jiyankirin. Berxwedana gelê herêm bi felsefeya jiyana azad kêlî bi kêlî bi lehengiya neviyên xwudawendên Mezrabotamya yên mîna Arîn û Rêvanan navê xwe li dîroka mirovahiyê bi tîpên zêrîn nivîsandin. Her çiqasî 6 sal li ser berxwedana Kobanê re derbas bû, em dikarin bêjin şervanên navên xwe di dîroka mirovahiyê de nivîsandine, îro bûne pêşengên tevahî jinên tekoşer. Di roja îro de di her qada jiyanê de şopdarên riya Arîn û Avestayan bi rihê berxwedana Kobanê, bi qehremaniya şervana tekoşer di berxwedana Serdemê de canê xwe feda kirin ji bo azadiya tevahî gelan, em dibînin îro bi hezaran jinên tekoşer û jinên ku dilê wan ji bo jîna azad lêdidin, tekoşîn dikin û li ber xwe didin.

Dengê azadiyê ya ku di dîroka 26’ê Çile de, bi dengê berxwedaniyê ku misogerî de di wê roja dîrokî gihijte lutkeyê, bi serkêşiya bi sedan keçen qehreman û çeleng ku dengê wan ji erdê hetanî asîmanan, ji bo ku dengê xwe bigihînin mirovahiyê, her yek ji wan bi desmala serkeftinê weke îro li kolanên Kobanê û di çeperên germ de cihê ku azadî lê hatibû dîtin. Îro jî em bi heman dengî ji bo em azadiya Kobanê bigihêjinin dawî, emê bi rihê berxwedana Kobanê wan bajarên xwe yên îro dibin dagirkeriya dijminê mirovahiyê ango çeteyên Erdoxan û çeteyên DAÎŞ’ê de rizgar bikin. Azadi û serkeftina ku li Kobanê hatî jiyankirin,  emê di her sê bajarên xwe yên dibin dagirkeriyê de jî bidin jiyankirin.

Herî dawî di kesayeta hevrêya xwe Avesta Xabûr tevahî şehîdên şoreşa Rojava, bi bîrtinin û bejna xwe di tewînin. Salvegera 6. a rizgarkirina Kobanê li tevahî mirovahiyê pîroz dikim. Em weke ferandariya YPJ’ê soz û keyifxweşiya xwe ji vê rojê û hemû rojan re dibêjin. Ji bo bilindkirina tekoşîna xwe emê di hemû çeperan de ala serkeftinê, heta pêkanîna xewin û xeyalên rêhevalên me yên bu sedem ku em van rojan jiyan bikin.

Fermandariya Giştî Ya YPJ’ê

26.8.2021