Yekîneyên Parastina Jinê

Du Dewreyên Şervanên YPJ’ê Hate Vekirin

17

Akademiya Şehîd Bêrîvan a şervanê nû 2 dewreyên bi navê Şehîd Zelal Efrîn û Şehîd Hebûn Qamişlo, yên ji pêkhateyên Kurd û Ereb hatin vekirin.

Li Kantona Hesekê herêma Mexlûca, bi dehan şervanên jin yên Kurd û Ereb ji herêmên cuda yên Sûrî tevlî nava refên YPJ ê bûn. Ev perwerde 40 rojî wê dewam bike. Şervan

Vekirina herdu dewreyan bi merasîme leşkerî des pê kir. Di merasîmê de Fermandara YPJ’ê ya herêma Cizîrê Leyla Waşûkanî axivî. Waşûkanî vekirina herdu dewreyan li şervanan pîroz kir û wiha 0gotك;“Em di dest pê kê de herdu dewreyên şervanan li hemû jinan û li hemû gelên Bakûrê Sûriyê pîroz dikim û di pêşeroja we de serkeftinê dixwezin. Em ketin salekî nû, di vê salê de weke hêzên YPJ’ê erkên mezin ji me têne xwestin. Ji bo em xwedî li wan erkên xwe derên tevlîbûna her şervanekî ya nava YPJ’ê xwedî wateyek mezine. Em bi tevlîbûnek xurt vê salê bikin serkeftinê. Em vê serkeftinê bi tevlîbûn û perwerdeyek xurt dikarin bi dest bixin”.

Her wiha Waşûkanî got:” Dijminê ku çavê xwe berdane deskeftiyên gelan, emê wan vala derbixin û her êrîşa li ser me pêşbikeve emê parastina destkeftiyên xwe bikin. Emê bi çek, armanc û azadiya gelê xwe bi cih bînin. Azadî hedefa me ye û emê serbikevin ji bona hemû jinan û heta nefesek me ya dawî, emê ji bo azadiyê û serkeftinê tekoşîn bikin. Carek din em van herdu dewreyan li hemû Hevalan pîroz dikin, Soza xwe nû dikin û ji bo hemû Şehîdan û sala 2019 an emê bikin sala serkeftinê”.

Piştî şervanan soz dan ewê welatê xwe û xaka xwe heya serkeftinek mayînde biparêzin, merasîma leşkerî bi dirûşmeya :”Bê Serok Jiyan Nabe, Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Şervanan piştî merasîm bi dawîkirin, bi heyecan û moralekî bilind govend gerandin.

Navenda Ragihandina YPJ