Yekîneyên Parastina Jinê

Êrîşa Li Ser Xaka Efrînê Hewildanên Qirkirina Gelên Yekbûyî Ye

24

Beriya çend salan dagirkeriya Efrînê dihat armanc kirin. Dest pê kê hukûmeta Erdoxan AKP’ê dixwaze di vê SS. de dîroka Osmaniyan bide jiyan kirin.  Vê pratîka xwe jî li ber çavê tevayî cîhanê pêk tîne. Armancê wan jî ne tenê Efrîn bû di heman demê de planekî navdewletî bû. Planê navdewletî ku çêbû li ser bingehê armancên wan ên di aliyê siyasî û leşkerî de çêbûn. Ji ber ku îtifaqên Tirkiyê û Rûsya li ser bingehê ku bikaribin di navbera hêzên NATO û Emerîka nakokiyan bidin ava kirin û li beramberî me bidin şer kirinê bû. Çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hêza wan tê mezin kirin jî bi armanca dagirkirina xaka Sûriyê û Rojava tên perwerde kirin. Di destpêka Şoreşa Rojava de deriyê sînorê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ji çeteyên El Nûsra re hat vekirin da ku Serêkaniyê dagir bikin. Êrîşa Kobanê jî bi heman armancê hat kirin. Wê demê jî Erdoxan digot ku wê Kobanê bikeve. Ketina Erdoxan ya Idlibê  jî ne ku bi armanca şer dayîna sekinandinê bû. Heman tişt ji bona Rûsya jî derbasdare, bi ketina xwe ya Idlibê re esas xwestin ku êrîş kirina xwe ya li ser Efrînê rewa bike bû. Ji destpêka Şoreşê heta niha armanca dewleta Tirk ewe ku gelê Kurd bi gelên herêmê re di Sûriyê de xweseriyeke hevbeş ava neke. Van kiryarên xwe jî di bin navê ku me wek hêz xeteriyekê di Sûrî de dibînin an jî bi hincetên ku em êrîşî ser xaka wan dikin de dike. Cardin bi van hincetên xwe dixwaze êrîşî Rojava bike, bixe bin venerîna xwe û plana xwe ya sedsalê pêk bînê. Van êrîşên xwe jî ne tenê bi Rojava re di heman demê de dixwaze li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê heman polîtkayên xwe bide meşandin. Dema ku xwest êrîşî Efrînê bike pir caran gef xwarinên xwe yên weke ‘’îro an sibe ezê werim’’ dan diyar kirin. Herkesekî ev rastî didît lê belê dema êrîş hatin pêk anîn herkesî çavên xwe û guhên xwe girtin. Erdoxan jî digot ku ‘’bi hezaran kesên ku xwediyê Efrînê hene ezê Efrînê li xwediyên wê vegerînim.’’ Li ser van bingehan êrîş kir. Li şûna aramiyê qirkirinekî netewî, gel pêk anî. Ti rewabûna van êrîşan tine bû lê, herkesekî ev rewa dît. Erdoxan dibêje ku min Efrîn rizgar kiriye lê belê di roja îro de hebûna çeteyên dewleta Tirk ya li Efrînê tê wateya dagirkirina Efrînê. Ji ber ku gelên Efrînê, zarokên Efrînê li Efrînê najîn, koçbertiyê jiyan dikin lê li berxwe jî didin. Para Tevahî hêzên navnetewî di êrîşa li ser Efrînê de heye. Pêwîste vê qebûl bikin. Mafê mirovayiyê dibêje ku emê hiquqa mirovayiyê pêk bînin û di nava civakê de aramiyê bidin ava kirin, lê belê di roja îro de berovajî vê tê kirin. Ji her derê çete kom kirin û anîn Idlibê, bazara xwe ya ku kirin jî li ser Efrînê bû. Ev bazar jî di navbera Rûsya, Tirkiyê û Emerîka de çêbû. Di vê çarçovê de planên xwe yê dagirkirinê pêk anîn.

Em nêzî salvegera êrîşên li ser Efrînê dibin. Di dîroka 20. 01. 2018 an de dewleta Tirk êrîşên xwe yê li ser Efrînê pêk anîn. Lê belê berxwedaniya ku gel, zarok, kal û pîrên Efrînê kir, cardin berxwedaniya ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê kirin û ji her aliyên cîhanê de gelê Kurd bi berxwedaniyeke mezin li ser linga bû lê mixabin ev berxwedanî ji aliyê dagirkeran ve ji nedîtî ve hat dîtin. Berxwedaniya Serdemê ya gel û zarokên Efrînê ku weke şervanên YPG’ê û YPJ’ê di çeperan de li berxwe dan bibin neket û wê nekeve jî, ji ber ku heta niha jî şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi hêza xwe li ser lingane. Gelê Efrînê jî bi biryar, berxwedanî û bi baweriya xwe hîn li ser lingane. Dibe ku Erdoxan erdnîgariya Efrînê dagir kir, lê belê Erdoxan nikarîbû îrade, hebûn, berxwedanî, rih û fikrê me bigre û wê nikaribe bigre jî. Gelê Efrînê yê ku li Şehba jiyan dike bi hêviya carekedin gîhiştina Efrînê jiyan dikin û li berxwe didin, ev jî îspata vê ya herî mezine. Wek YPG û YPJ jî rûxmê tevahî teknîka heyî  ya heta roja îro jî li ber xwe didin. Bi tevahî astengiyên heyî çalakiyên xwe dikin. Ev jî dibe îfadeya ‘’ ti çi dikî bike, ti ne xwediyê Efrînê yî kîjan roj dibe bila bibe şopên we ji ser xaka Efrînê paqaj bikin.’’Gelê Efrînê bi zarokê xwe bawere û heta dawî jî bi şervanên xwe re ye. Salvegera Wê jî di qonaxa xwe ya 2. de berdewam dike. Ji bona ku em gelê xwe rizgar bikin me bi hezaran Şehîd dan em ji bona ku Efrînê rizgar bikin em amadene ku em bi hezaran şehîdên din jî bidin. Emê Efrînê rizgar bikin. Dilê me tevayiyan jî li ser esasê rizgar kirina Efrînê diavêje. Armanca wan ewe ku bi giştî dagirkirina Rojava ye. Di ti hiqûqan de nayê qebûl kirin lê ji ber endamê NATO ye ji bona vê jî wek tiştekî ji rêzê tê dîtin. Emerîka û Rûsya di serî de tevayî dewletên cîhanê zanin ku Erdoxan çeteyan ava dike û hêza wan mezin dike. Ya din jî naxawazin ku Şerê Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Ji ber ku heger şerê Rojhilata Navîn bi dawî bibe wê demê ev tê wê wateyê ku berjewendiyê hêzên ku ji vî şerî fêde digrin jî namîne. Sedema 3. Di bin navê ku koalîsyon li vê derê ye û em jî şerê li beramberî DAÎŞ’ê dikin cardin gelek bajarên ku me ji bin dagirkeriya DAÎŞ’ê xilas kirin jî çêbûn van ji nedîtî ve tên. Planên wan yên niha jî bazara wan ya li ser Idlibê ye ku Idlibê teslîmî Sûrî bikin da ku bikaribin planên xwe yên li ser Rojava bikaribin pêk bînin. Dixwazin di vê S.S’ de gelê Kurd bifetisînin.

Komcivîna ku li ser bingehê Rizgarkirina Efrînê hat li dar xistin û ji tevayî pêkhateyan tevlîbûna nava vê kocivînê hat çêkirin di bingehde komcivîneke navneteweyî bû. Di armanca dagirkirina Efrînê de çi hebû tevahî sedem hatin ziman û ji tevayî cîhanê re belgeyên resmî hatin şandin. Tişta ku li Efrînê dikin demografya Efrînê diguherînin. Heta dixwazin di aliyê erdnîgarî de jî biguherînin ji ber vê jî her roj xwezaya wê dagir dikin. Tiştê aîdî Efrînê dixwazin tine bikin. Li ser van bingehan vê komcivînê encam girt. Ji bona vê jî her kesek dikare vê komcîvinê weke bûyîna dengê Efrînê û bûyîna dengê zarokên Efrînê bigre dest. Zarokên herî biçûk jî dema ku hestên xwe yê li beramberî Efrînê tînin ziman mirov dibîne ku hevîyên wan di çi astê de ne. Bi wan zarokan jî mabe wê Efrîn werê zîvirandin.

Salvegara dagirkirina Efrînê nêzîk dibe lê heta niha jî gefên ku li ser xakên gelê Kurd tên xwarin bi dawî nebûne. Ev jî planên wan radixe ber çav. Ev pîlan ji bona tevayî Kurdan tên çêkirin. Ji ber ku li Efrînê parti û gelên cûda hebûn lê negotin ku ev ne Kurde an jî ev partiyeke dine tevahî gel qetil kirin. Di vir de jî mirov dibîne ku êrîşên wan ne tenê bi li ser gelê Kurde li ser tevahî mirovayiyê ye. Daîşê goristanên gel xirabdikirin. Lê di roja îro de dewleta Tirk heman tiştî li Efrînê dike. Li gor vê jî pêwîste em hişyar bin û tişta herî grîng jî pêwîste em ji hertiştekî re amadebin.

– Nûjin Dêrik