Yekîneyên Parastina Jinê

Di Pêlên Azadiyê De Bûn Dilopek

31

Deverek di gerdûnê de bi qîrînên Kobanê

dengê xwe belav dike.

Çoleke zuha çawa ku li benda baranê ye

Cihekî herî wêran çiqas li benda avabûnê ye

Wisa li benda we bû Kobanê

Tevayî hêviyên hatibûn winda kirin

bi hatina we re cardin zindî bûn.

Dema ku bi hebûna we ava dibe Kurdistan

Careke din şîn dibe jiyan

Bi xwîna we geş dibin kulîlk

Welatê agir  rojê

Bi tevayî êşên xwe her bihostek wê dibû gulîstan

Tîrêjên rojê li ruyê we yên xweşik dide

Silav ji we re tîne silav

Wê demê;

Kenên we dibin çirûskên ronahiyê

Dengê we dibin stran

Hêza we dibe tirs û xof di dilê neyaran de

Li hember van rastiya pênûsên xizan û destên lerzok

Çi jî binîvîsînin, di aliyê heqîqeta

we anîna ziman de wê kêm bimînin.

 

Ji Bo  bîranîna Şehîdên  Rojava