Yekîneyên Parastina Jinê

Gîhiştina Xeyalên Xwe Bi Têkoşîn Kirinê Gengaze

129

Di serî de slav û hezkirinên xwe yên bê dawî ji bona Rêber APO dişinim. Vê nameya ku ezê ji bona te binivîsînim bi hestên xwe yên ji kûrahiya dil de ez dinivîsînim.

Ev demeke dirêje em ti agahî ji te nagirin. Ev jî dihêle ku em hevaltiya xwe ya kêm lêpirsîn bikin. Dibe ku di aliyê fizîkî de em ji hev dûr bin lê belê di her kêliya jiyana xwe de em dinava hewldanên jiyanî kirina rastiya te ne. Rihê te yê ku bi me re jiyan dike dihêle ku em li ser lingan bimînin. Cardin fikir û ramana te dihêle ku em xwe nû bikin û kesayeta xwe rast ava bikin. Ez weke jineke ciwan her demê bi fikir û ramana te dixwazim jiyanê nas bikim. Ez di wê zanebûnê de me ku li beramberî rastiya te û rastiya şoreşa ku em di nava de dijîn ez çi jî bikim ezê kêm biminîm. Rewşa me ya heyî dide pêwîst kirin ku em li beramberî dijminê xwe hîn zêdetir bifikirin. Pêwîste ku em dijminê xwe ne  biçûk bibinin ne jî li ber çavên xwe mezin bikin. Bi vê fikirandinê re jî ez digihîjim encama tevlîbûneke zêdetir bi hêz û hîn xûrttir. Ez di çi astê de fikir û ramanê te fêm bikim di wê astê de ezê bikaribim bibim xwedî sekneke rast. Di aliyê wate dayîna hindek mijaran de her çiqas ez zehmetiyan jî bikşînim lê dema ku ez pirtûkekê digirim destê xwe û te dixwînim wê demê ez hîs dikim ku ez bi hêz dibim.

Tişta ku herî zêde min dide fikirandin û bala min kişand şêwazê jiyana te ya zarokatiyê ye. Di wî temenê xwe de ti li dû jiyaneke azad ve dibezî. Ew beza te ya ber bi azadiyê ve hiştiye ku şoreş were ava kirin. Dema vê rastiyê li ber çavan digirim ez têdigihîjim ku gîhiştina armancên xwe girêdayî têkoşîna mirovane. Armaca min jî ewe ku em rojekê te li gel xwe bibinin. Li ser xakên azad ez dixwazim gavên xwe di şopên linge te de bavêjim. Da ku em bigihîjin te ev xwesteka min wê hebe û ji bona ku xwesteka xwe bi cîh bînim jî ezê bibim xwedî têkoşîneke rast.

Avesta Kobanê