Yekîneyên Parastina Jinê

Hevrêyên Heqîqetê

59

Ev dergûş bi serpêhatiyên dîrokê re hatiye û di nava her buyerê wê de mezin bûne, bune rastî û bi    rastiyê re bûne çîrok, her çiqas ev çîrok nehatibe nivîsandin lê bi van serpêhatiyên rojê re dîrok mayînde bûye. ÇEM, DARSÎ, SARÎNA, EZDA…wekî çar xezalên bezok ê ku bi hîstin li welatê wan dengê zarok û daykan jê dihat, wî wextî weke pêlên deryayê herkin govenda Efrînê. Bê goman wateya qehremantî yanî azadiya xwe pêk anîn, xwedî li mîrasê Rêvan û Arînan derketin. Wiha xeleka wan di vê govendê de diğere. Her yek ji wan dibe çûrûskek her çûrûskek dibe stêrkek geş li asîmanan, li hemberî eşqa ku di navde. Êdî di nava pêşbirka welatê xwe de, li wir ken û jiyanê bi hev re dihewînin, bê ku rêka vegerê bînin bîra xwe. Hema di wê govendê de destê xwe di nava destê hevde li wir çîrokek bi heqîqetê re diafrînin. Ev ne dûre nejî pir ecêbe, ev çîrokên dubareyên sed salane, ev mîrasa ku bi Rêber APO re mezin bûye, bûye dost û rêhevalê wî. Her çiqas rastî êşên bê dawî hatine lê di nava çavan de ji bilî azadiyê ne hilbijartine, ê ku xwestin serkeftinê biafrînin û di oxira giyana wê de bimeşin, bi dil û can tola hemî zarokên Efrînê û hevrêyên xwe rabikin destê xwe ji xeleka azadiyê bernedan. Evîna ku jiyan bi xwe re misoger kirine, digotin em heqîqetin îro jî di nava rûpelên bi êş û xweşî de sonda me bi navê we ye… Ev bû biryara wan ger ku azadî emrekî wiha dixwaze ne pêkane xwedawend rastî tarîtiyê werin, Haya wan ji vê eşqê hebû di evîna xwe ya jiyanê de ji mamosteyê xwe fêr bûne şiara wan her tim, “Heqîqet eşqe eşq jiyana azade.”

Zîlan Zeryan