Yekîneyên Parastina Jinê

Li Dêrezorê Pêla Rizgarkirina Sivîlan Didome

20

Ji destpêka hemla duyemîn ya bagera Cizîrê de bi hezaran sivîl hatine rizgarkirin. Ev sivîlên ku bi salane di bin zilm û zora DAİŞ’ê de dijîn di firsendek herî biçûk de jî hewl didin xwe ji nava lepên çeteyên DAİŞ’ê rizgar bikin.

Her çendî li herêma Hecîn a bi ser bajarê Dêrezorê ve şer û pevçûn dijwarbin jî şervanên YPJ û QSD’ê rojane bi riya koridora ku vekirine şêniyên Dêrezorê ji destê çeteyan rizgar dikin û wan dighînin cihên bi ewle.

Di roja 24 Kanûnê de careke din zêdetirî hezar sivîl hatin rizgarkirin. Ev sivîlên ku nêzî 15 KM dimeşin da ku xwe bighînin koridora bi ewle ya şervanan bi ruxmê şert û mercên zor ên zivistanê, li berxwe didin û xwe dighînin herêmên bi ewle.

Mîna ku di objektîfan de jî xuya dike her dayîkek, her zarokek bi rûkeniyek mezin tiliyên xwe radikin jor û mîna ku bêjin serkeftin! em ji destê wan çeteyan xilasbûn.

Ev sivîlên ku di koridora bi ewle ya ku ji aliyê şervanên YPJ û QSD ve hatibû avakirin, ji milê bajarokê Sûsê û Bahoza ve derbasî kampa Holê dibin. Sivîlan anî ziman ku, “Hîna bi hezaran sivîl hene li benda rizgarkirinê. Hemî jî dixwazin werin lê ji ber ku giştî herêm ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve hatiye mayîn kirin nikarin derkevin. Heta çend sivîl dema dixwestin xwe xilas bikin bi mayînên çeteyan birîndar bûne û neçar mane ku cardî vegerin.”

Ev sivîlên ku derbasî cem şervanên YPJ û QSD’ê bûn piştî ku di kontrolê re derbas bûn û pêdiviyên wan hatin bicih anîn, bi rengek saxlem derbasî kampa holê bûn.

Li gel şer û pevçûnên dijwar pêla rizgarkirina sivîlan hê jî didome.

Nûçegîhanên Navenda Çapemenî Û Ragihandina YPJ’ê