Yekîneyên Parastina Jinê

Şerê Herî Mezin Kesayeta Xwe Rast Ava Kirine

84

Ji bona ku mirov kesayeta xwe rast ava bike pêwîste mirov li hemberî taybetmendiyên xwe şer bike. Ev tekoşîna li hemberî kesayet werê meşandin, ji bona bi awayekî rast mirov encam jê bigire beriya her tiştî xwe perwerdekirin pêwîste. Bi taybet ji bona jinê, cihê xwe nas kirin û hêz dayîna hevdû ye. Pergal mirovan ji cewher derdixe. Girêdayî rastiya jinê ti tiştek weke cewherê xwe nehêştiye, van leyîstokên xwe tevahî jî bi riya şerê taybet dide meşandin. Pergal jin aniye asteke wisa tenê, amûreke zarok anînê tê dîtin.  Di dest pê ka ava bûyîna civakê de jin, bi roleke pir mezin radibe. Lê, bi demê re êdî hebûna jinê bê wate dikin. Bi şideta li ser jinê hat meşandin re, xwestin jinê di nav bêdengiyê de bihêlin û bêyî ku jin di ferqê de be her ku dem derbas bû hate bêdeng kirin.

Em dema ev rewşa ku jin di nava rastiya pergalê de dijî dinirxînin li kêleka vê pêwîste em rastiya jina şerker baş nas bikin û rast fam bikin. Ger em xwe bi rêbazên rast û bi hişmendiya xwebûnê di nava vê dorpêça pergala serdest de rast ava bikin emê rastiya jina şerker ya dijberiya pergalê dike baş ava bikin.   Di roja îro de bi saya felsefa Rêber Apo, jin xwedî her mafê xwe parastinê ye. Ji bona ku jinek bikaribe xwe rast li ser lingan bigire û rast bijî perwerde her tişteke. Pêşengên me yên mezin bi sekna xwe ya perwerde kirî bûn xet. Bi sekna xwe ya perwerde kirî xwe gîhandin asta pêşengtiyê. Eger ku kesayet rast neyê perwerde kirin şerê çekdarî jî wê rast neyê meşandin. Di roja me ya îro de bi hezaran jin ber bi şoreşê ve diherikin. Ji bona ku em vê hêza xwe rast birêxistin bikin perwerde pêwîste. Bi perwerdê re wê jin bikaribe xwe bigihîne cewherê xwe yê esasî.  Di heman demê de eger ku jinek bixwaze bibe xwedî îrade, pêwîste xwe perwerde bike. Her kesê ku ji xwe re dibêje ez şoreşger im pêwîste bingehê xwe saxlem bike. Bingeh saxlem kirin jî bi perwerdê re gengaze.

Bi perwerdeya ku Rêbertî, da jinê hişt em xwe nas bikin. Bi vê zanebûn û xwe nas kirinê re jin ket wê ferqa ku ew jî xwedî mafe û dikare her tiştî bike. Pir caran di kesayetên me de nêzîkatiyên seranser derdikevin. Eger ku mirov nêzîkatiyên bi vî rengî rast tehlîl neke mirov wê negihîje armancên xwe. Ji bona vê jî perwerde, riya xwe gîhandina armancên xwe ye. Perwerde terbiye kirina nefsê ye. Eger ku mirovek nefsa xwe terbiye neke wê nikaribe di jiyana xwe de gavên rast biavêje. Em weke jin pêwîste xwe bigihînin cewherê me yê ku ji dest hatiye girtin. Civaka rast jî emê wisa bikaribin bidin ava kirin. Bi vî rengî emê bikaribin jinan ji nava zilma pergalê derxin. Wek jin eger ku em xwe perwerde nekin emê nikaribin xwe bigihînin heqîqeta xwe. Jineke ku ne xwedî zanebûn be ew xeteriya herî mezine. Wek jin mebde û pîvanên xwe zanîn wê me nêzî serkeftinê bike. Jin bi sekna xwe pêwîste derdor li xwe kom bike û perwerde bike. 5 Hezar sale jin, bê maf hatiye hiştin û di bin bandora pergalê de maye. Em weke jinên xwe bi fikir û felsefa Rêber APO ava dikin xwedî şensên mezinin. Erka me pir mezine û bi nirxe. Em îro bi hunera şerê gel re mijûl dibin. Hunera şer re mijûlbûyîn hişmendiyeke gelek zirav û hesas dixweze. Em bi şerê xwe hişmendiya parastina gelan ya rewa diafirînin. Em di çi astê de welatparêzbin, ji welatê xwe hesbikin di wê astê de emê bikaribin tekoşîneke rast bidin meşandin û pîvanên pergalê ser û bin bikin. Ya grîng tekoşîna rast dayîna meşandine. Mirov çiqasî xwe perwerde bike, ewqas dikare di şer de bi serbikeve. Xwe têr dîtin wê nehêle ku pêşketin di mirovan de çêbibin an jî pêş ketinên ku werin çêkirin wê bide sekinandin.

Ji bona ku em bibin şopdarên rast yên Arîn û Avestayan pêwîste em kesayetên xwe rast perwerde bikin û li beramberî xwe şerekî rast bidin meşandin. Serok Apo dibêje Şoreş, Şoreşa Jinê ye. Ji bona ku em bikaribin xwedî li vê şoreşê derkevin beriya hertiştî perwerde ji bo me şerte.

Navenda Ragihandina YPJ