Yekîneyên Parastina Jinê

bîranîna Efrînê

183

ŞEHÎD SERHET JI ME RE DIGOT BI KENÊ WE RE ÇIYAYÊ HEWARÊ DIHEJE
Dema dest pê kê em çûn Efrînê di tevahî hevalan de jî moral û kelecancaneke gelek mezin
hebû. Dest pê kê bi gîhiştina me ya Efrînê re hevalên li wir behsa berxwedaniya hevalên di çeperan de dikirin, ew berxwedaniya wan hevalan ji me re dibû hêz. Ji ber ku li hember teknîkên herî pêş ketî li berxwe dayîn ne tişteke hêsan bû. Bi gîhiştina me ya çeperan re di rûyê hevalan de ken kêm ne dibû. Şehîd Serhet ji me re digot bi kenê we re çiyayê hewarê diheje. Bi giştî lêhûrbûna me li ser emê çawa hevalên xwe û gel biparêzin bû. Şeva dest pê kê baran dibariya barê hevalan giran bû lê rûxmê wê jî heval gelek bi hêz û moral bûn. Bi taybet şehadetên ku dihatin jiyan kirin ji bona me dibûn hêza herî mezin û armanca tolhildana hevalên şehîd. Li hember teknîk û şerê dijmin, berxwedanekî bi îrade hat meşandin. Bi îrada xwe me xwe xurt dikir. Hevalên birîndar dema ku dihatin em diçûn gel wan. Dema me li hevalên birîndar temaşe dikir me ji wan hêz digirt, ji ber ku heval bi wê birîndariya xwe jî her tim rûyê wan bi ken bûn.
Ji pênûsa şervanên YPJ’ê