Yekîneyên Parastina Jinê

 Divê tevahî hêzên YPJ’ê, dilxweşî û serfiraziyek mezin jiyan bikin

30

Di vê pêngava pîroz de, tekoşîna mezin a li dijî çeteyên DAIŞ’ê, bi rengekî fermî ji raya giştî re hate ragihandin. Di pêngava dîrokî de 11 hezar şehîdên me yên bi rûmet hene. Ev serkeftina mezin a wane. Em bi rêzdarî û bi minetdarî hemû şehîdan bi bîr tînin, li himber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Di tekoşîna me ya derbasbûyî de, hem weke çeteyên DAIŞ’ê û di yên beriya wan jî ku bi navê selefî, Cebhêt El Nusra, êrişên giran li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk bînin. Di encamê de ev êrişane hemû vale hatin derxistin, herî dawî jî ew çeteyên ku serê alemê jêdikirin û bi encamê fedekariya şervanên jin, wan çeteyan çonk danîn. Bi taybet jin li hemû qadan, li himber wê hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê bi tekoşîna xwe dîrok nivîsandin û dîroka beriya bi hezaran salan carek din bi me zîndî kirin. Di şexsê wan hevalên ku fermandartî kirine û di vê riyê de şehîd bûne, ez vê serkeftinê li wan hemûyan pîroz dikim. Di kesayetê hemû feramdarên ku pêşengîtîk kirine û îro hîna li ser erka xwe ne, ez di şexsê wan de hemû şervanên azadiyê û bi taybet jî şervanên YPJ’ê bi dil û can silav dikim û pîroz dikim. Bi rastî serkeftinek pir bi wate û pîroz e, ez vê serkeftinê pir girîng dibînim û ji me tevahî jinan re pir bi nirx e.

Heval dizanin dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê destpêkirin, bi taybet di sala 2014’an de, li ser Şengalê, em wê demê di kongra 9. a tevgera azadiya jin debûn. Wê demê hem em weke tevger li himber Rêber APO mahcup man û bi rastî jî em pir bi wê rewşê êşiyan. Ji ber ku gelek caran Rêber APO hişyarî dabû me, gotibû divê hûn tedbîrên gelan bigrin û bi taybet jî gelê Şengalê. Di heman demê de weke jin jî,  parastina xwe em çawa bikin, çavê jinan çiqas li me ye û em jinan çawa hîs dikin. Weke tevgera jin erkên ku diketin ser milên me çibûn. Di wan êrişên çeteyên DAIŞ’ê de me dît ku me erkên xwe pêkne anîn e. Piştî ku êriş çêbûn û komkûjiyên mezin hatin jiyankirin, jin hatin cariyek kirin û li sûkan hatin firotin. Dema Rêber APO di dîmenan de ev dîtin, êşek mezin jiyan kir. Di heman wextê de got; dema ez derkevim ez ê tola jinên Êzîdî yên Şengalê rakim. Hevalan Baxoz rizgarkirin û çeteyên DAIŞ’ê tıne kirin. Me got divê werê zanîn; sozê ku Serok APO gotibû: ez derkevim ez ê pêkbînim, YPJ’ê pêkanî. Divê tevahî hêzên YPJ’ê, ji soza pêkanîne dilxweşî û serfiraziyek mezin jiyan bikin. Di vê pêngava dîrokî de cih girtin û ew sozên ku dabûn Rêber APO û Rêber APO, digot ezê bikim, şagirtên Rêber APO kirin û ev me zindî jiyan kir. Hestek, rihek, keyfxweşiyek cudabû û di heman demê de keyifxweşiyek cuda da tevahî jinan.

Bi rastî dema em wê pêvajoyê tînin ber çavê xwe û îro em şirov dikin. Gelek caran em weke hevalên jin di nava pêvajoyan de ne, di nava karê pratîkî de ne. Tişta em dikin em nizanin tê çi wateyê, an jî weke tê xwestin em nikarin şirove bikin. Raste ev hemû kêmasîne, lê belê em vê ji bîr nekin, ev hemû heqîqetek e. Pêngavên ku li vir pêşket, fedakariya ku pêşketiye û encamên ku hatin girtin. Ev ji tevahî dunyayê re da diyarkirin ku êdî sedsala 21. Sedsala jinê ye, sedsala azadiyêy e. Ev sedsal jî, berî vê bîst salan, hîn sala 1999’an di destpêka komployê de, ku Rêber APO, sedsala 21. Sedsala jin dabû diyarkirin. Me pratîkî jî ev jiyan kir û di van 20 salên tekoşîna tevgera me de da jiyan kirin. Çawa bûyer, komkujî, desteserkirin, kolekirin, kirina cariye û çawa hemû cureyên tirs û xof xistin nava dilê gelan. Berdêla van hemû rastiyan jinê da. Niha jî em pratîkî jî, dibînin, ew dirûşme û ew gotinên Rêber APO ku weke tespîtên dîrokî, dema digot: “jin ne namûsa tu kesê ye, namûsa wê azadiya wê ye.” Em îro dibînin û yek bi yek jiyan dikin. Daxwazên hêzên desthilatdar ew bû ku jinê ji bona xwe di hemû awayên jiyanê de bifetisînin. Lê belê encamê ku derket holê, ev serkeftina mezin peyamek wisa da tevahî mirovahiyê. Dibe di çapemeniyê de gelek hat şirovekirin. Lê belê serkeftina herî misoger û ya herî bi nirx, weke dibêje; Newroza 2019’an, hefteya Qehremaniyê û roja zayîna dîrokî çêbûna Rêber APO, di demek wisa dîrokî de, ev serkeftina hat ragihandin, ev jî gelek bi nirx bû. Beriya niha 2631 sal çawa agirê newrozê ji bo azadiyê hate pêxistin, îro dîsa bi agir pêxistinê şahiya yekitiya gelan li her qadên azadiyê hate pîroz kirin. Min got esas hevalên YPJ’ê, an jî hevalên Kongra Star dema Newrozê, divê ew hemû çarşevên reş kom bikirana, derxistan serê tepekî û agir berdabanê. Çawa xîlafetek bi bindixînin. Li hinek hatin çêkirin, lê dikarî hîn xurt û hîn bi heybet bihata çêkirin. Ev bû 2631 sala agirê Newrozê li ser van xakan nehatiye vemirandin. Hêzên desthilatdar carek din xwestin vemirînin, berovajî, gelê azadîxwaz vê carê hîn zêdetir bi coş, şahî, bi zanist, felsefe, rêxistin û bi hêzek mezin roja azadiyê di pêşengîtiya jin de, dîrok hate nûkirin û pîrozkirin.  Ev gelek girîng bû, ji bo wê em carek din bi we hemûyan serbilindin. Bi taybet jî hevalên ku kedek mezin dan, em dixwazin van hestên xwe bi hemûyan re parve bikin. Divê em vê serkeftina dîrokî hîn zêdetir şirove bikin û divê em bibînîn. Ji bo ku em bikaribin demê pêş, hîn van serkeftinan mayînde bikin, tevahî bikin malê civakê û civak li ser wê esasî bi rêxistin bikin û bingehê civakê avabikin. Ev jî bi pêşengîtiya hêzên leşkerî ku avakirinek nû di leşkerî de werê çêkirin. Ez di wê baweriyê da me, qasî me şopand di çapemeniyê de, daxuyaniyên ku hatin dayîn. Di serî de YPJ û hemû hêzên parastinê, vê pêvajoyê ji xwe re weke pêvajoya ji nûve avakirinê bigrin dest. Êdî parastina civakê li hemberî hemû êrişên hindir û derve de bikaribe pêşbixîne, ev girîng e.

Em ji bîr nekin, raste dijmin bi rengê fizîkî li ser coxrafiya Sûriyê û Rojava bi binket, lê belê weke hişmendî, bîrdozî û felsefe esas weke tê xwestin tam têk neçûye. Ev jî baş tê zanîn, li himberî vê ji nû de ava kirina civakê, di milê hişmendî, felsefî û bîrdozî de jî tûne bike. Bê guman serkeftina hêzên QSD-YPJ û YPG’ê ku bi serket, li pişta wê fikir û felsefeya Rêber APO ya mezin hebû. Ji nû de avakirina civakê hîn zêdetir dikare vê rastiyê temam bike. Lê belê divê em tu carî ji bîr nekin û em bê xemiyek wiha jiyan nekin. Em nekevin rihetiyek wisa ku êdî DAIŞ xilas û  êdî em bi serket in. Nêzîkatiyek wisa xwe rihet bibînine, serkeftinê tenê tinekirina DAIŞ’ê ya li ser rûyê erdê û hinek navenda bibîne, evê bibe ku em xwe bixapînin û wê bibe sedem ku encamên em ne li bende ne carek din derkeve û em rû birû bimînin.

   Bêrîvan Şingalî