Yekîneyên Parastina Jinê

Her roj soz û hêrsa me li hemberî dijmin mezin dibû

44

   Roja yekemîn ez nobetçî danîm ez bi tenê bûm hîn ez nizanim şêwaz çiye, dijmin çawa êriş dike tecrûbeya me qet tune bû. Ez tenê li ber derî ji bo nobetê çêkiribûn ez li wir sekinîm. Min mêze kir hevalê Piling e. Hevala Amara û çend hevalên xort bûn, hevalê Rêzan Farqîn mayînciyê me bû. Hemû heval rûniştîbûn, ez jî li cihê nobetê bûm. Min carekê mêze kir dengek hate min digotin ela û ekber. Min bi wan qîrîniyan re fam kir dijmin tê ser cihê me. Min got dijmin hat ez nikarim cihê nobetê berdim, wê dijmin werê hundir û hevalan şehîd bixe. Ez dibêjim heval heval kes dengî min nabîse  îcar ez nizam çi bikim çi nekim ez heyret mam. Ez hêdî çûme hindir min got heval deng ji derve tê min dît ku hevalê Piling bê rext û sîleh derket derve. Ez jêre dibêjim heval dengê dijmin tê. Hevalê Piling got ev hevalê me ne, min got ez çi zanim ku hevalên me textîkê bi kar tînine. Wisa tecrûbeya min yê şerê bajaran tinebû

   Wisa tirsek di hindirê min de çêbû, ne tenê di şexsê min de çê bû. Min got hindir tijî heval in dijmin ku êriş bike, ez nobetçîme tiştek bi hevalan werê wîjdanê min qebûl nake. Heval Piling ewqas bi cesaret bû, qet tirsa tiştekî pere tinebû. Yan êriş yan jî teqemenî çêdibûn bi carekê de, bi tena serê xwe diçû. Piştî wê em di mekteba Qîzika de bûn yanê rojek derbas nebû roja din xebera şehadeta heval Jiyan hat, Heval jiyan di taxima me de bû. Hevalek hat gel me got heval xebera te heye heval Jiyan şehîd bûye. Ez nizam çi ji min hat, ez pir pê bandor bûm min got heval ma çawa çêbû hîn em duh ji hev qut bûn ma ewqas zû şehîd dikeve. Gotin erebeyek hatiye xwe pê de teqandiye, şehadeta heval Jiyan bi min pir giran hat ji ber ku ew heval gerege neşandana. Hevala Gulistan jê re gotibû em te naşînin ji ber ku rewşa te ya tendirûstî hinekî ne baş e. Min got na ger ku tu min neşînî wê rewşa min ne baş be. Wisa bi îsrara xwe bi girûpekî re ez hatim Kobanê. Piştî rojeke derbas bû hevala Siyabend şehîd bû. ew jî di tabûra me de bû. Êdî roj bi roj şehadet dihatin jiyan kirin. Me veqetîna van hevalan qebûl nedikir, ji me re pir giran dihat. Lê li hemberî vê hêzeke mezin di me de ava dikir, cesaret, bawerî û vîna me xurt dikir. Me ji bo xwe biryar dabû û digot çi dibe bila bibe em çeka hevalên xwe li erdê nahêlin. Her roj soz û hêrsa me li hemberî dijmin mezin dibû û me digot; çi dibe bila bibe em vê dijminî ji welatê xwe derxînin. Hêjmara tabûra me nêzî çil hevalî bû, niha ji çil hevalî em 10 heval mane ya na, hemû heval şehîd bûn.

   Min her tim digot ew heval ne şehîd in. Piştî ku ewqas heval li ber çavên te roj bi roj şehîd bikevin, tişta li para mirov dikeve ji hêviyên wan re bûyîne bersive. Bi rastî şerekî pir diwar bû, heval saetkê jî li kêlek hev diman şer giran dibû şehadet çêdibû. Li gorî me dît, me cihê xwe tê de girt, ez bêjim hinekî giran bûn bi rastî jî cara yekemîn bû. Di vir de herî dawî ez dikarim vê bêjim. Soza me her tim ew bû em layîqî van hevalên me yên ku şehîd bûn, derkevin bû. Em wek fedaî yên Rêber APO, her tim li ku derê debe bila bibe, emê layîqî van hevalên şehîd bibin û rêz bidin hevalên me yên şehîd û rûmeta mene. Em tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin. Ji ber ku Rêber APO dibêje ”Ji bîrkirin îxanete”şehîd Mezlûm dibêje”teslîmiyet mirovan dibe îxanetê, berxwedan jî dibe serkeftinê”. Heval Zîlan dibêje; “Ji ber ez ji jiyanê pir hez dikim vê çalakiyê lidardixînim. Ev pênaseyên dîrokî ji bo me şervanên di oxira gelê xwe de tekoşîn dimeşînin xwedî nirxên mezine. Em ji ber wê çiqas berxwedanê pêş bixin, em çiqas li ser piyan bisekinin, çiqas îrada xwe xurt bikin û ji xwe bawer bin, emê ewqas hêza xwe ya serkeftinê ava bikin. Ez bawer nakim ku ev tevger û tekoşîna me bi binkeve. Ji ber ku em her tim serkeftinê esas digirin, emê her tim hebûna xwe zindî bikin.

       Agirî Nûrheq