Yekîneyên Parastina Jinê

Em rêhevalên xwe Amara Efrîn û Guneş Botan rêzdarî bibîrtînin

28

Em rêhevalên xwe Amara Efrîn û Guneş Botan ku di encama operesyona paqijkirina gundê Baxoz de şehîdbûn, bi rêzdarî bibîrtînin, ji malbatên wan re sersaxî dixwazin û soza pêkanîna hêvî û armancên wan nû dikin.

Piştî ku pêngava têkbirina terora çeteyên DAIŞ’ê, li Dêrezorê gundê Baxoza bi serkeftî bi encam bû, hêzên me dest bi operasyona paqijkirina qampê ji bermahiyên çeteyan kirin. Dema grupeke çeteyên DAIŞ’ê tevî malbatên xwe teslîm dibin, jineke çeteyan xwe nava şervanên me de xwe diteqîne, di encama vê teqînê de 2 rêhevalên me digihin asta şehadetê. Di 2’ê Nîsanê di dema pêkanîna van operesyonan de, me du hevrêyên xwe yên hêja Amara û Guneş şehîd dan. Her çiqas çeteyên DAIŞ’ê di aliyê bejahî de hatine qedandin, lê hîna jî li peyî xwe gelek bermahî û şaneyên xwe yên veşartî, di serî de li herêma Dêrezorê, li gelek qadên din hêştin e. Heval Amara û heval Guneş bi biryareke xurt, bi bawerî û hêviyek mezin heta kêliya dawî di tekoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de cih girtin û gihîştin şehadetê.

Heval Amara di sala 2013’an de, heval Guneş jî di sala 2015’an de tevlî nav hêzên me bibûn. Herdu heval di nava van salan de beşdarî gelek şer û pêngavan bûn. Heval Amara, di şerê Helebê,  Kobanê, Minbic, Reqa, Efrîn û herî dawî Dêrezorê de bi awayekî çalak cihê xwe di nav de girt. Hevala me Guneş jî, di şerê Minbic, Reqa, Şedadê û Dêrezorê de bi biryardarî û rengekî çalak di eniyên herî pêşde cihê xwe girt. Herdu hevalên me jî ezmûn û daneheveke gelekî xurt di warê şer de bi dest xistibûn. Bi vê daneheva xwe bi rengek çalak cihê xwe di pêngava dawî ya têkbirina DAİŞ’ê de jî girtin.

Heval Amara di nav malbatek Efrîn a welatpêrêz de mezin dibe. Bi destpêkirina şoreşê re biryara tevlîbûna nava refên şoreşê dide. Ezmuniya di nav şer de bi destxistibû, ji bo xwe kiribû bingeha kesayetek xurt, pêşeng, dilsoz, wêrek û girêdayî. Hevala me Amara di nava şerên giran yê weke Helebê, Berxwedana Serdemê û deverên din de cihê xwe girt û pijiya. Li gel vê di jiyana xwe de jî xwedî sekneke bi biryar û dilnizim bû.

Heval Guneş, di malbateke kurdperwerde mezin dibe. Di temeneke biçûk de zilma li ser gelê xwe dibîne, van êrîşan qebûl nake û li beramberî vê nakokiyên dijwar jiyan dike. Di sala 2014’an de dema êrîş li ser Kobanê dijwar dibe, ew jî weke keçeke Kurd ji bo ji vê êrîşê re bibe bersiv beşdarî nav refên YPJ dibe. Heval Guneş, kîn û hêrseke mezin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê jiyan dike û li hemberî hovîtiya wan a li ser jinan bi şerê xwe sonda tolhildana jinan digre. Heval Guneş, bi fedekarî, coş û tevlîbûna xwe ya çalak timî di nava jiyanê de mînak bû.

Em careke din dibêjin, biryardarî, sekin û tekoşîna herdu hevrêyên me, wê di her qada tekoşînê de ji bo me bibe nîşaneya serkeftinê. Li ser wê bingehê em ji malbatên herdu hevalan û tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin, xemgîniya wan parve dikin û soza me daye şehîdên xwe ji bo em bi cih bînin, emê heya dawî tekoşîn bikin.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Gûneş Botan

Nav û Paşnav: Gurbet Kaplan

Navê Dayikê: Kevser

Navê Bav: Nazmî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3’ê Nîsanê 2019

*****

Nasnav: Amara Rojhilat

Nav û Paşnav: Bêrîvan Habeş

Navê Dayikê: Naciye

Navê Bav: Mislim

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3’ê Nîsanê 2019

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê