Yekîneyên Parastina Jinê

Me xwe li ser şopa Silava û Bêrîvan ava kir nirxên dîrokî afirandin

194

Em hevrêyên xwe yên şehîd ên destpêkê rêheval Silava, Bêrîvan û di kesayeta wan de, şehîdên meha Gulanê, şehîdên berxwedana serdemê û tevahî şehîdên şoreşê bibîrtînin, soza me daye wan nû dikin.

Di hemû şerên ku di dîroka mirovahiyê de hatine pêşxistin, her tim civak û di nava civakê de jî jinan para xwe ji êrişên herî xedar û hovane girtiye. Me weke gel û jina Kurd jî di dîrokê de gelek berdêlên giranbiha da û civaka me êşên mezin jiyan kir. Desthilatdariya mêr ji bo serweriya xwe li ser civakê mayînde bike her tim jin lewaz dît û hewlda bê bandor bike. Dîrok desthilatdaran careke din di roja îro de xwe di şexsê çeteyên DAIŞ’ê, El NUSRA û gelek komên çete yên cuda de xwe dubare kir. Van komên çete yên xwe bi hişmendiya desthilatdariyê têr kiribûn êrişên herî hovane li ser jinan pêkanîn. Şoreşa Rojava ku rengê xwe bi rastiya jin hunand ev hişmendî û feraset bi binxist.

Di sala 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê, me weke gel û jina Kurd biryara parastina xaka xwe û civaka xwe da. Sala 2012-2013’an bû sala herikîna jinan nava şoreşê. Sekna rêhevalên me yên şehîd li hemberî van êrîşên dijwar ku bi rêbazên herî hovane dihatin pêşxistin di dilê dijmin de bû tirseke herî mezin. Şehîdên me yên destpêkê, biryardarî, cesaret, bawerî û hêviya serkeftinê çawa tê bi destxistin nîşanî me dan. Rêheval Silava û Bêrîvan bi baweriya wê şoreşa gelê wan daye destpêkirin bi serbikeve berê xwe dan nav refên şoreşê. Ev herdu heval weke şehîdên me yên destpêkê ne. Me di şexsê van herdu rêhevalên hêja de tama azadiyê girt, me xwe mezin kir, rêxistin kir û kire artêş.

Me weke YPJ’ê, xwe li ser soza ku me dabû şehîdan ava kir. Bi hezaran jin û keçên ciwan li ser şopa Silava û Bêrîvan cihê xwe di nava şoreşê de girtin. Ked, fedekariyên mezin avakirin û berdêlên giranbiha dan. Şerê me yê li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber APO û xeta şehîdan hate meşandin hişt gelê me gelek destkeftî û qezencên mezin bi dest bixe. Me di parastina her bihusteke vê xakê de şehîd dan û xwîn rijand. Ev ji bo me bi qasî êşeke mezin bû ewqasî jî bû çavkaniya hêz giritin, avakirina herskirina welat û mezinkirina jiyana manewî.

Heval Silava û heval Bêrîvan li bajarê Efrînê di destpêkê de cihê xwe di şoreşê de girtin, barê şoreşê hildan ser milê xwe. Bi zanebûn û hestên welatparêzî tevlêbûn, ked dan û bûn pêşengên şoreşa me. Di sala 2013’an de dema komên çete hewldan Efrînê dagir bikin herdu rêhevalên me ji bo pêşiya van êrîşan bibin mertal di çeperên herî pêş de cihê xwe girtin. Bi fedekariyên mezin rabûn, heta dawî tekoşîn kirin. Rêheval Bêrîvan di 28’ê Gulanê de, rêheval Silava jî di 29’ê Gulana 2013’an de gihîştin şehadetê. Meha Gulanê, di tekoşîna gelê me de weke meha şehîdane. Ev ji bo me jî heman wateyê hildigre nava xwe. Em ji bo vê wateya dîrokî bi kesayetên xwe re bikin yek, em ê tekoşîna xwe mezin bikin û şehîdên xwe di her kêliya jiyanê de bidin jiyîn. Me soza dabû şehîdên xwe, me bi têkbirina DAIŞ’ê re bi cih anî.

Di roja îro de erk û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me. Ji bo em erkên xwe bi cih bînin û hêviyên şehîd Silava, Bêrîvan û tevahî rêhevalên xwe yên şehîd bînin cih tekoşînek bi zanebûyî û herikbar tê xwestin. Em ê xwe ji viya re perwerde û amade bikin. Em li ser wê bingehê careke din şehîd Silava, Bêrîvan û di şexsê wan de tevahî şehîdan bi minetdarî bibîrtînin. Soza xwe li hemberî şehîdan nû dikin û dibêjin heya em jiyana gelan û tevahî jinan nexin bin ewlekariyeke mayînde wê tekoşîna me berdewam bike.

Fermandariya Giştî ya YPJ