Yekîneyên Parastina Jinê

Em rêhevala xwe Agirî Qamişlo bi rêzdarî bibîrtînin

389

Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPJ’ê ‘û YPG ên ku di sala 2014-2018’an de li Serêkaniyê di pevçûnên li dijî çeteyên DAİŞ’ê de û di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, eşkere kir. Di nava 4 rêhevalên ku nasnameya wan hate eşkere kirin, rêhevala  me ya YPJ Agirî Qamişlo jî hebû. Rêheval Agirî piştî lehengî û berxwedaniyeke mezin di berxwedana serdemê de tevlî nava karwanên şehîdan bû.

Nasnameya rêhevala me wiha ye:

Nasnav: AGİRÎ QAMİŞLO

Navê Rast û Paşnav: NOFA HESEN

Cihê Ji Dayîkbûnê: QAMİŞLO

Navê Dayîk: WİSAM

Navê Bav: QEHREMAN

Cih û Dîroka Şehadetê: 3 ADAR 2018 / EFRÎN – RACO 

Navenda Ragihandina YPJ