Yekîneyên Parastina Jinê

Akademiya Şehîd Bêrîvan dewreya Şehîd Evrîm bi dawî kir

105

  Akademiya şehîd Bêrîvan, dewreya bi navê Evrîm Amed ku beriya 45 rojan dest pê kiribû bi merasîmeke leşkerî û soz dayîna şervanan re hat bi dawî kirin.

 Di merasîma leşkerî de fermandara yekîneyên parastina jinê YPJ’ê, Rojda Efrîn axivî. Efrîn, di dest pê kê de xilaskirina dewreyê li Rêber Abdullah Ocelan, şervanan û li şehîdên xwe pîroz kir û wiha got; “Di pêvajoyeke hesas de em derbas dibin. Her wiha ev meh ji bo me jinên Kurd, meheke tekoşîn, mezinkirina rihê fedaîyane. Bi rihê heval Zîlan û Sema rihê berxwedêr ya jina Kurd li kurdistanê derket. Ev rihê tekoşînvan bi berdewamî di şoreşa me de bi rihê Arîn û Avesta re dengê xwe li cîhanê belav kir. Ji bo we em dibêjin ev meheke dîrokî ye.”

Her wiha Rojda Efrîn got; “ Her hevalek dema çû cihê xwe pêwîste li gorî rihê hevala Zîlan, Arîn û bi rihê heval Avesta li himberî çeteyên hov yên DAIŞ’ê û dewleta tirk şer bikin û tevlî jiyanê bibin. Perwerdeyên ku we li vê akedemiyê dîtî jibo hûn derbasî jiyanê bikin, hûnê tekoşînê bimeşînin.”

 Piştî axaftina merasîmê bi dawî bû, şervanan bi dirûşmeyên ( BİJÎ SEROK APO, Bİ CAN Bİ XWÎN EMTARENA EY SEROK, BÊ SEROK JIYAN NABE) merasîm bi dawî kirin.

 

Şervana Avesta Amûdê, ku cihê xwe di dewrê de girtiye hestên xwe wiha anîn ziman; “Sedemê tevlêbûna min ji refên YPJ’ê re, şehadeta kurê apê min bû. Em bi hestiyarî beşdar bûn lê me bi vê perwerdeyê re tevlîbûna rast çiye û çawa pêşdikeve fam kir. Ev demeke em di perwerde debûn, me perwerda fikirî, leşkerî dît, me rastîya xwe nas kir. Rastiya rêbertiyê û dîroka kurdistanê dît. Em di van dersan de fêr bûn ku dîrokeke me ya çiqas dewlemend heye. Lê li kêleka van dewlemendiyan êşên mezin jî hatine jiyîn. Em ji bo vê perwerdeyê di pratîkê de jiyanî bikim û tola şehîdan rakim heya dawî ez ê bibim şopdarê vê rêya heqîqetê.”

 Şervana YPJ’ê Asmîn Hesekê wiha behsa tevlîbûna xwe kir; “Sedemê tevlêbûna min ez bi keda ku Rêber APO dayê ji bo gelan û bi kede şehîdan bandor bûm. Ji bo min ev perwerde bû dest pê kê tekoşîna şoreşgerî. Min di vê perwerdê de bawerî, armanc û vîna xwe naskir. Min aliyê xwe bi hêz û nebes dîtin. Ev bi tehlîlên şexsî û nêrînên rêhevalan pêşket. Ez ê vê lêhûrbûna xwe di jiyanê de kur bikim tevlîbûneke leyîqî gelê xwe esas bigrim. Em ê ked bidin da ku em keda xeyrî xwe li erdê nexin, keda şehîdan li erdê nexînin.”Dewreya şervanan bi girtina govendê bi bawî bû.

Navenda Ragihandina YPJ