Yekîneyên Parastina Jinê

YPJ: Şoreşa 19’ê Tîrmehê Vîna Gelê Azadîxwaz û Jina Tekoşer Afirand

194

Ji gelê me û raya giştî re

Em salvegera 7. Ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di serî de li kedkarê mezin Rêberê gelan Rêber APO, fedaiyên xaka pîroz, şehîdên nemir, gelê Bakûr-rojhilatê Sûrî û tevahî gelên cîhanê pîroz dikin. Em di şexsê Şehîd Jînda, Roksen, Xebat, Arîn, Rêvana, Gelhat, Avêsta û Karkeran de hemû şehîdên şoreşa gelan bibîrtînin û soza parastina şoreşê nû dikin.

Di sala 2010’an de li gelek welatên Ereban li hemberî pergala netew dewletê, pêla serhildanên gel bi pêşketin. Di serî de li Tunus, Misrê, Libya û hwd din nerazîbûnên gelan li hemberî desthilatdariya heyî çêbû. Ev pêla serhildanan di sala 2011’an de li Sûriyê belav bû. Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di pêşengtiya gelê Kurd de bi rengê jin, bi hişmendî, vîn, cesaret û lêgerîna gelan,  heqîqteta mirovê azadîxwaz, jina birçîyê azadiyê afirand. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê pêşket û di nav salên derbas bûyî de ji bo gelên tekoşîna azadiyê didin û hemû jinan bû çavkaniya hêvî û baweriya serkeftinê.

7 salên derbas bûyî ji bo tevahî gelê Sûrî û bi taybet gelê Kurd salên bi qasî tekoşîn û serkeftinê bûn ewqasî jî bi êşên mezin ve dagirtî bû. Me her rojên van salan de bi sedan rêhevalên hêja winda kirin. gelê me bi fedekarî û berdêlên giranbiha xwedî li şoreşê derket û li kêleka şervanên xwe di her kêliya jiyanê de ked di ber mezin kirina tekoşînê û parastina nirxan ve da. Di vê wateyê de şoreşa me bûye şoreşa  gelan, bûye şoreşa şehîdan.

Bêguman ji dest pê ka şoreşê ve di serî de dewleta Tirk, hêzên paşverû yên herêmê, hevkarên nûkeran û gelek hêzên din hewl dan bi êrişên cur bi cûr hêza demokratîk ya gelan ji holê rabikin. Bi destê gelek komên çete planên xweyî tinekirinê xistin meriyetê. Çeteyên DAIŞ’ê yek hêza talanker ya herî mezin bû. Bi destê Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran mirov, bi rêbazên herî hovane hatin qetilkirin. Cih û warên dîrokî, nirxên civakî bi destê van çeteyan hatin rûxandin û ji holê hatin rakirin. Ev hêrs û kîna hêzên desthiladar ya li hemberî vîna gelan îfade dikir.Têkbirina çeteyên DAIŞ’ê serkeftina herî mezin ya gelan û şervanên azadiyê bû. Gelên li Sûrî, Kurd, Ereb, Sûryan, keldan û tirkmen li ser hişmendiya jiyana hevbeş û yekîtiya gelan di mezinkirina şoreşê de kedeke mezin dan. Ev yekîtiya gelan di roja îro de di yekparebûna Sûriya demokratîk de dikare rista sereke bileyîze.

Me weke yekîneyên parastina jin YPJ’ê, ji bo şoreşa 19’ê Tîrmehê were mezinkirin û parastin soz da gelê xwe em li hemberî her êrişên pêşbikevin bi rola parastinê rabin. Pêkanîna vê erka dîrokî ji bo me her tim bû cihê rûmetê.  Em dizanin di roja îro de jî hîna gelek xeterî li ser şoraşê hene. Em ji bo di sala 8. Ya şoreşê de xwedî li erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî derbikevin keda ji me tê xwestin em ê pêkbînin. Ji bo em xwedî li keda rêhevalên xweyî şehîd derkevin, em ê tekoşîna xwe mezin bikin, ta ku em şert û mercên avakirina pergala netewa demokratîk misoger bikin. Em careke din soza xwe ya parastina şoreşê û biryardariya meşa di rêya şehîdan de nû dikin.

Li ser vê bingehê em careke din şoreşa 19’ê Tîrmehê, li şehîdên xwe, malbatên şehîdan, gelê meyî her çarperçan, tevahî gelên Bakûr-Rojhilatê Sûrî, gelên rojhilata navîn û cîhanê pîroz dikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ

19 Tîrmeh 2019