Yekîneyên Parastina Jinê

Akademıya Şehîd Bêrîvan Dewreyek Şervanê Nû Vekır

189

 

Akademiya şehîd Bêrîvan ya şervanê nû dewreyek bi navê şehîd Rûqeya Erep û şehîd Jiyan Serê Kaniyê ku ji pêkhatiya Erep û Kurd pêk tê hat vekirin.

Li kantona Hesekê bi dehan şervanên YPJ’ê, yên ji herêmên cûda beşdarî nava refên bune, Perwerdeya wan ya 45 rojan dewam dike despê kir. Vekirina dewreyê bi merasîmekî leşkerî despê kir.

Di merasîmê de fermandara YPJ’ê Rûken Efrîn, axivî û wiha got;  “Em dest pê kê dewreya şehîd Rûqeya Erep û şehîd Jiyan Serê Kaniyê di serî de li Rêber APO, Şehîdên azadiyê pîroz dikin. Li ser vî esasî dewreya ku bi pêkhateya Erep û Kurd em bawerin heval wê tevlîbûnek xurt bidin çêkirin. Bê guman di pêvajoya ku dewleta tirk gefên êrîşê li ser welatê me û destkeftiyên gelê me û şehîdên me dixwe. Hun di demekî wiha awerte de perwerdeya xwe dibînin.  Tevîbûna we ya nav refên YPJ’ê di demek wiha de pir girînge. Ev bersîva gefxwarinên li ser nirxên me ye. Em bawerin hûnê bi vê zanebûnê perwerdeya xwe bibînin û xwe ji pratîkê re amade bikin. Di serî de hun weke keçên ciwan û tevahî ciwanên me pêwîste xwe di ber parastina welatê xwe de xwe berpirsyar bibînin.”

Fermandara YPJ´ê Rûken Efrîn di dawî de got di vê dema dîrokî de pêwîste ciwan bere xwe bidin nav refên YPJ-QSD’ê  û wiha axaftina xwe bi dawî kir; “Em bang dikin ciwanên me yên ji pêkhateya Erep û Kurd her yek ji wan serî hilde û parastina welatê xwe bike. Parastina şoreşa ku bi xwîna hezaran şehîdan hatiye ava kirin biparêzin. Ev erkekî wijdanî, welatparêzî ye. Li ser vî esasî gerek hîn zêdetir li hemberî vê dagirkeriyê derbikevin û tevlîbûnek xurt di nava şoreşê de bidin çêkirin.”

Piştî merasîma leşkeri bi dawî bû şervanan sond xwarin û bi gerandina govendê bi dawî kirin.

 

Navenda Ragihandina YPJ