Yekîneyên Parastina Jinê

Dewreya Şehîd Zozan Ya Operesyonê Bi Dawî Bû

120

Du yekîneyên parastina jinê YPJ’ê, li akademiya şehîd Şevîn dewreya bi navê şehîd Zozan ya leşkerî bi merasîmeke bi dawî kirin.

Li herêma Firatê du yekîneyên YPJ’ê, li akademiya şehîd Şevîn, dewreya şehîd Zozan perwerdeya xwe ya operesyonê bi merasîmek leşkeri bi dawî kirin. Ji fermandarên YPJ’ê, Newroz Ehmed, Rojda Efrîn û Tîjda heval beşdar bûn. Fermandara giştî ya YPJ-QSD’ê Newroz Ehmed, xîtabî şervanan kir û wiha got; “ Em di serî de perwerdeya we ya ku bi serkeftî derbas bû, li şehîdên me û li we pîroz dikin. Em di şexsê şehîd Şevîn û şehîd Zozan de tevahî şehîdên xwe bîrtînin. Em piştî pêngava qedandina DAIŞ’ê ketin pêvajoyeke nû yê tekoşînê. Hem weke herêm û hem jî di warê leşkerî de em demeke nû dijîn.”

Fermandara YPJ’ê Newroz, bal kişand li ser gefxwarinên dawî yên dewleta Tirk li ser herêmên wan û wiha got; “Şêwazê şerê me êdî weke berê nîne. Êdî dijminê me tenê çeteyên DAIŞ’ê nîne. Ji bo wê bi taybet em weke yekîneyên parastina jin YPJ’ê pêwîste xwe di warê birdozî û leşkerî de perwerde bikin. Ev akademiya hun têde derbas dibin xwedî girîngiyek mezine. Li ser textîk, şêwaz û teknîka nû kûrbûnek ji me tê xwestin. Em wê baweriyê da ne ev perwerde we bibe bingeha avakirina vê kûrbûnê. Li ser bingeha biryarên me di konferansa YPG-YPJ’ê de girtine em ê xwe bighînin gerîlatiya nûjen ya çolê. Em niha xwe ji demeke nû re amade dikin, hun jî bi vê zanebûnê piştî perwerdeyê biçin ser erken xwe.”

Piştî merasim bi dawî bû, şervanan sond xwarin û dîplomeyên xwe wergirtin. Şervanan girtina dewreya xwe bi şahiya ku amade kiribûn bi dawî kirin.

 

Navenda Ragihandina YPJ’ê