Yekîneyên Parastina Jinê

Ji Gelê me û Raya Giştî re

103

 

Rêhevala me XEDÎCE BEKIR bi nasnav VEJÎN ZAGROS di dîroka 5 ê Tebax’a 2019’de  dema ku li ser erk û peywira xwe bu li bajarê Şedadê di encama qezayekî de şehîd ket. Di serî de em ji malbata rêheval Vejîn û ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Di kesayeta hevrê Vejîn de em tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin.

Em weke gelê Kurd di demeke awarte re derbas dibin. Tişta ji me jî tê xwestin li hember erken vê pêvajoyê bûyîna bersive.  Di her kêlî jiyana xwe de bûyîna xwedî gavên mezin mîsoger wê me bigihîne bersivên rast. Rêhevala me Vejîn Zagros jî li navçeya Şiyê ya girêdayî bajarê Efrînê ji dayîk dibe. Di nava malbateke welatparêz de bi zanebûna welatparêziyê mezin dibe. Di temenê xwe yê ciwan de bersiva lêgerînên xwe di nava refên YPJ’ê de dibîne û beşdarî nava refên me dibe. Ji roja ku di nava refên me de û heta kêliya ku şehîd bû jî, her demê bû xwedî tevlîbûneke xurt. Di tevlîbûna xwe de jî her demê bi fedekarî, coş û bi morale xwe dihate nas kirin. Rêheval Vejîn çawa ku di jiyana xwe de di nava hevrêyên xwe de dihat heskirin di heman demê de di aliyê leşkerî de jî her demê xwesteka wê ya xwe pêş xistinê kêm nedibû. Hevrê Vejîn di tevlîbûna xwe ya jiyanê de her demê xwestekên xwe yên ji bona rizgar kirina bajarê Efrînê dianî ziman û li ser van bingehan jî roj bi roj di her alî de tevlîbûna xwe xurt dikir. Mutewazîbûn û dilnizmiya heval Vejîn dihişt ku ji aliyê tevahî rêhevalên xwe ve were heskirin û ti rêhevalêkî/e we jê ne êşe.

Bê gûman şehadeta her rêhevaleke me ji bona me dibe cihê xemgîniyê. Em careke din di kesayeta rêheval Vejîn de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bîr tînin û soza bilind kirina têkoşînê û pêk anîna xeyalên şehîdan nû dikin. Em careke din ji malbata şehîd Vejîn re û tevahî malbatên xwe yên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye;

 

Nasnav: VEJÎN ZAGROS

Nav û Paşnav: XEDÎCE BEKIR

Navê Dayikê: MERYEM

Navê Bav: FAYIQ

Cihê Ji Dayikbûnê: EFRÎN

Cih û Dîroka Şehadetê: ŞEDADÊ / 05. 08. 2019

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

08 Tebax 2019