Yekîneyên Parastina Jinê

Minbic, bi keda şehîdan û yekîtiya gelê Kurd û Ereb hate rizgakirin

151

Ji gelê me û raya giştî re

Bajarê minbicê, ku bû yek ji bajarên lehengan û hêlîna berxwedêran bi keda sedan şehîdan hate rizgarkirin. Di şexsê şehîd Bengîn Mûş, Dijle, Arjîn, Koçerîn, Botan Tirmen û Ebû Leyla de em tevahî hevrêyên di pêngava dîrokî ya rizgarkirina minbicê de gihîştin şehadetê û hemû şehîdên azadiyê Soza tolhildana şehîdan û pêkanîna armancên wan nû dikin.

Bajarê Minbicê, yek ji bajarên herî kevnar e û xwedî cihekî stratejîke. Gelek netew, reng û çandên gelan di vê bajarî de dijiyan. Çeteyên DAIŞ’ê, bi dagirkirina Bajarên weke Reqa, Tepqa, Dêrezor, Şedadê, Şengalê, Musul û hwd bajarê Minbicê jî dagir kirin. Çeteyên DAIŞ’ê bi dagirkirinê ve sînordar nema, kuştin, talan, revandina mirovan, xirakirina cihên dîrokî û dijminahiya jinan di vê bajarê dîrokî de ji xwe re kirin armanc. Piştî şervanên me di Kobanê de berxwedaneke dîrokî, li hemberî çeteyan raber kirin, bi xwîna hezaran şehîdan Kobanê rizgar kirin. Li ser vê di sala 2016’an de gelê me yê Minbicê daxwaz kir bajarê wan ji çeteyên DAIŞ’ê we re rizgarkirin. Me daxwaza gelê Minbic ji bo xwe weke fermanê dît û biryara pêngava rizgarkirina Minbicê girt.

Bêguman biryara pêngava rizgarkirina Minbicê bi rihetî nehat girtin. Lê biryarbûyîn, fedekarî, cesaret, hesta tolhildanê, vîn û baweriya di şervan û gelê me yê Kurd û Ereb de hatibû avakirin, bûn mifteya sereke ya girtina vê biryarê. Şerekî dijwar li Minbicê çêbû, tevî ku pêngav di şertên demsala havîna herî gerim de dest pê kir, lê fedekariya rêhevalên me yê şehîd dest nîşan kirin, wê tu carî neyê ji bîrkirin. Pêngava dîrokî di pêşengtiya fermandarê Efsanewî şehîd Ebû Leyla de dest pê kir. Ebû Leyla bi şerê xwe tirsekî mezin di dijmin de çandibû. Ebû Leyla cihê xwe di tekoşîna gelan de bi herfên zêrîn nivîsand. Çawa li Kobanê di şexsê şehîd Arîn û Rêvana de rihê fedaî deng veda, li Minbicê jî ev rihê xwe bi nirxên civakî strandibû, di şexsê şehîd Koçerîn de jîndar kir. Van rêhevalên me bi kedên xwe, bi rihê tolhildan û serkeftinê biryardariya me ya tekoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ’ê xurtir û bi hêztir kir. Me tola şehîdên xweyî kobanê, li minbicê, yê minbicê, li tepqa, yê tepqa li Reqa û yê Reqa li Dêrezorê hilanî. Minbic bi xwîna herêyên meyî hêja û bi nirx hate rizgarkirin. Bi pêngava Minbicê re, jinên Kurd û Ereb yekîtiya ruhî û hevgirtina xeta parastina welatê xwe ava kirin. Minbic, bi keda şehîdan yekîtiya gelê Kurd û Ereb hate rizgakirin. Ev serkeftina me ya herî mezin û bi nirx bû, ku me diyarî şehîdên xwe kir.

Li ser wê bingehî, di roja îro de xeteriyên mezin û plangeriyên berfireh li ser van destkeftiyên me bi xwîna şehîdan ava kirî hene. Dewleta tirk, di dema me dest bi pêngava rizgakirina minbicê kir, êriş û gefxwarinên xwe li ser herêmên me zêde kirin. Wisa Careblûs, Efrîn û hin deverên din dagir kir. Îro jî bi heman ferasetê hewl dide herêmên rizgarî dagir bike. Helwesta gelê me wê demê çawa bû, îro jî bi hişmendiya yekîtiya gelan parastina welat gelê me helwestê xwe diyar kiriye. Sekna hevgirtî ya gelê me wê van êriş û lîstokên îro tên gerandin vala derbixe. Ji bo wê jî pêwîste em hem weke gel û hem jî weke hêzên parastinê li hemberî xeteriyên heyî xwe baş rêxistin bikin û xeta parastina destkeftiyên heyî bi hêz bikin.

Em careke din rizgarkirina minbicê li gelê Minbicê pîroz dikin. Şehîdên pêngava rizgarkirina minbicê bîrtînin û soza parastina destkeftiyên gelê me bi dest xistiye nû dikin. Gelê me îro salvegera rizgarkirina Minbicê di cejna qurbanê de pêşwazî dike. Em bi vê wesîleyê cejna qurbûnê li hemû alema îslamê û gelê Bakûrê-Rojhilatê Sûrî pîroz dikin.

Fermandariya giştî ya YPJ’ê