Yekîneyên Parastina Jinê

Bajarê Minbicê Bi Hêrsa Dilê Şervanan Azad Bû

54

MİNBİC

YEK Ji bajarê Surî yê kevnare, ev bajar dikeve bakur rojhilatê Heleb’ê, xwedî stratejiyeke girînge û mîna qela necim gelek cihên wê yên dîrokî hene. bi tayebetî ava çemê firatê ya ku bedewî dide qelê bajarê minbicê timî bedewe dihêle. Gel û netewên ku lê jiyan kirine wekî gelê Ereb, Kurd, Çerkes û Turkmen bi salane di nava aramî û heskirinê de dijîn. gelekî ku bi dewlemendiya xwe ya manewî û madî tê naskirin. Ji ber vê yekê karê herî sereke ku pêve mejûl dibin, karê çandiniyê ye, lewma ev bajar bi çandiniya fistiq û darên fêkî û şînkahiya xwezayî ve hatiye xemilandin. Ji vî bajarî gelek helbestavan û rewşenbîrên dîrokî derketine pêş û çîrokên bajarê xwe nivîsandine. mirov kare bibêje ku ev bajar rolek xwe di nava şoreşa gelan de bi taybetî jî di nava şoreşa rojava û bakûr-rojhilatê sûrî de leyîstiye.

Bi despêkirina şoreşa Rojava ya ku rastî êrîşê gelek hêzên çete yên weke ehrar eşam, cebhetulnûsra, êxwan muslîmîn hatiye, bajarê Minbicê jî bû hedefa van hêzên çete yên ku xwestin vî bajarî  li gorî xwe tar û mar bikin û xwe têde bicih bikin, ji ber wê bi qasî ku ji destê wan hat kaosek di nava gel û  netewan de dane avakirin, bi tayebet di nava gelê Ereb û Kurde de xwestin tevlîheviyekê bidin çêkirin, ev tevlîhevî heta sala 2014’an bandora xwe li ser gel da kirin û heovîtiya komên tarî di nava minbicê de dewam kir. Bi taybetî bi rêbazên ku gelek însan bin çav kirin û rihekî mirinê li ser civaka wir ferz kirin xwestin civakê ji mirovatî û dîroka wê dûr bixin. Bi vê rêbazê ebaya xwe ya reş bi ser wî bajarê dîrokî de li bakirin, xwestin ronahiya wî bajarî bidizin û bixin malê xwe, tar û mar bikin.

Rûpelên dîrokê sala 2014’an dida nîşandan dema ku çeteyên DAİŞ’ê berê êrîşên xwe da bajarê kevnar Minbicê. Van hêzên çete bi awayekî wehşî êrîşê gel kirin. bêguman di van êrîşan de jî wekî herdem herî zêde jinan êş dît, herî zêde jin rastî destdirêjiyê hatin. Ji ber em xwedî civakeke welê ne ku jin di nava pençê pergala desthiladar û feraseta zilamê serdest de mezin bûye, ji ber wê jî ji parastina xwe ya cewherî bê par hatibû hiştin. Ji wê ye ku jinên Minbicî jî rastî gelek êrîş, destdirêjî û hovîtiyê hatin. Ji xwe çeteyên DAİŞ’ê di dagirkirina xwe ya her bajarî de di serî de jin kire hedef, qetil kir û dest dirêjê kir. Ji bo ku xwe pir xurt û bi hêz nîşan bidin jin kirin hedef û careke din bi zindîkirina çanda 5 hezar salî ya destdirêjiyê perdeyên reş li ser jinan ferz kirin û jin di odeyan tarî de hebis kirin. Serdema Enkîdo ye ku serî li hemberî afrîneriya wê rakir,  di vê sedsala 21’min de vê carê DAİŞ bû hêza yekane ku digot ez karim jinê ji hîmê dîrokê rakim û wê bixim bin serweriya xwe de.

2 salan bajarê Minbicê bi tarîtiya çeteyên DAİŞ’ê hate nuxumandin, 2 salan dayîk, jin, kal, pîr û zarok rastî zilm û zordestiyeke mezin hatin, sala sêyemîn deriyê xwe ji rabûneke nû re vedikir. Êdî em diketin sala 2016’an. Sala ku şervanan piştî amadekariyeke mezin berê xwe dane bajarê Minbicê. Di Hezîrana vê salê de Pêngava rizgarkirina Minbicê ji aliyê şervanên YPJ û YPG de destpêkir.

Bi sedan keç û xortên Kurdistanê xwe bi xeleka evîndariyê ve kirin yek û berbi pêlên ava Firatê ve herikîn. Şervanan bi hatina xwe re ruh dane wê ava bedew da ku mizgîniya serkeftinê di pêlên xwe bighîne gelê Minbicê. Her şervanek bû bersiv ji bangawaziya gelê Minbicê ya ji bo xilasiya ji destê çeteyên DAİŞ’ê û di beriqîna çavê xwe de ji gel re gotin; bila hêviya we her hebe, ji ber hêvî ji serkeftinê bi rûmetire, hêviya we wê me û we bibe serkeftinê.

Bi biryardariyeke mezin êdî şervanan hewl didan gav bi gav xwe bighînin Minbicê. Di demek wiha de û di nava ewqas şer û pevçunan de, dema mirov dibîne ku tekoşîn û azadî xwe li ser mirinê ferz dike, êdî şîrove kirina peyvan û gotinan têrê nake, çîrokên şevên germ û sar nayên nivîsandin, ji ber ku ji bo pênasekirina wan kêliyan û vegotina wan serpêhatiyên lehengiyê peyv û hevok lal dibin, matmayî dimînin. Dengê qilêşa wan şervanan, hêviya di rûçikê wan de û fedekariya wan ti carî ji bîr nabe div î bajarî de.

Bajarê Minbicê qet bi hêsanî nehate rizgarkirin. Bi sedan heta bi hezaran şervanan canê xwe kirin qurban da ku aramî û rûkeniyê bîne ji vî bajarî re. Her çendî çeteyên DAİŞ’ê bi hemû hovîtiya xwe êrîş kirin, hemû teknîka xwe ya pêşketî bi kar anîn, lê nekarîn zora şervanên rojê bibin. Ji ber şervanan sînge sîng bi dil û can şerkirin. kesî tirsa mirinê nekiribû dil û mejiyê xwe de, ji ber dizanibûn ku ew bi şerê xwe, bi berxwedaniya xwe ji bo gelê Minbicê jiyanê diafrînin. Dilê wan ji bo azadiya minbicê lêdida, Hêsrê çavê zarokên Minbicî di reşka çavê şervanan de asê mabû, ji bo wê jî bi vîn û baweriyeke mezin bi ser dijminê xwe ve diçûn. Destê wan ji germahiya çekê bi xwêdan û xwîn bû, birçîbûn nedihate bîra wan, tenê xwe di azadiyê de kilît kiribûn.

Germ bû ew şer, germ bû dilê şervanan, germ bû ew şer, gerim bû…

Di pêşengiya rihê lehengên ku ev bajar kirin gora çeteyan, bi rihê Bengî’ya ku bi sala bû li benda rojek wiha bû, bi sedan keç û ciwan bi fedayîtiya xwe ve bûn şopdarên wê, xwe xisin rêheval ji doza wê re, wekî Sila’ya rû bi ken ku di çirûska deng û rengê xwe de hertim li benda azadiya zarokên pêxas û lêv terikî, dayikên dil şewat û keçên ciwan ên ki her li benda wê kêliyê bûn. Bi hemû hucreyên xwe ve êdî sila bû zaroka wê rojê… Eylem jî bû yek ji wan şopdaran û bi wê hêrsê çavên xwe ne şev ne jî bi roj xilmaşî bindestiyê nekir û weke firîşteyekê bi sîleha xwe ve hate bedew kirin. Di çavên Şîlana dilpak de jî tenê Evîndariya serkeftin û berxwedanê hebû. Her wiha evîndarê ku cîhanê hemû serpêhatiya wî naskir rêheval Hîwa Sine bi cesaret û fedekariyeke mezin xwe bi azadiyê re kire yek. Bi vî rengî bi sedan şervanên azadiyê mîna xelekekê li dora bajarê Minbicê civiyan û sond xwarin ku heya wî bajarî rizgar nekin ewê yek gavê jî paşde navêjin, her yek ji wan bi helwesta xwe ya pîroz ve destaneke lehengiyê nivîsandin. Vê destanê berê bi sedan ciwanên ji welatên derve da şoreşa gelan, şoreşa Rojava û wan jî tola azadiyê hilgirtin ser milê xwe.

Pêngava rizgarkirina Minbicê bi rihê vejînê yê 15’ê Tebaxê çend mehan bi fedekariyeke mezin dewam kir. Wê rojê şervanên azadiyê bi rizgarkirina bajarê Minbicê re dilsoziya xwe ya bi fermandarê xwe re dan raber kirin. Şervanan ev serkeftina dîrokî bi navê fermandarê fedekar Feysel Ebû Leyla diyarî gelê Minbicê kirin. Êdî Minbic bi temamî kete bin serweriya yekîneyên parastinê de. Êdî Minbic cihekî bi wate di rûpelên şoreşê de girt. Ev serkeftina dîrokî bêguman bi saya mamostê mezin Rêberê APO giha vê astê û vaye îro Minbic û tevahî herêmên Bakûr-Rojhilatê Sûrî di nava ewlehiyekê de dijîn.

 

 Sozê Dêrik