Yekîneyên Parastina Jinê

Rêheval Zîn Di Şopa Bavê Xwe De Bû Sembola Hevrêtiya Rast

174

 

Em di şexsê rêhevala xwe Zîn Şoreş û Bavê wê de, tevahî şehîdên azadiyê bi bîrtînin, Li hemberî ked û fedekariya malbatên me yên şehîd, soza domandina tekoşînê nû dikin. Ji malbata hevrê Zîn û gelê me re sersaxiyê dixwazin.

Bi destpê kirina şoreşa Rojava re, gelê me bi hezaran berdêl di oxira serxistina şoreşê de dan. Di serî de gelê me yê Serê kaniyê ku tevî şervanên xwe di sala 2013’an de li hemberî komên çete berxwedan, Ev berxwedaniya dîrokî piştre belavî her derê welat bû.

Malbata hevrêya me Zîn yek ji wan malbatan bû ji destpêka şoreşê de, di refên herî pêş yên tekoşînê de cihê xwe girtin. Kedkarê şoreşê, bavê hevala me zîn ji bo parastina welatê xwe çek hilda ser mile xwe û di çeperên cengê yên herî pêş de mil bi milê şervanan şerê hebûnê da meşandin û tevlê karwanên şehîdan bû.

Rêhevala me Zîn, li ser şopa Bav û xalê xwe, di sala 2013’an beşdarî nava refên YPJ’ê bû. Ji bo bibe şopdarek rast ya tekoşîna bavê xwe, çeka wî rakir û di şopa wî de berê xwe da nava refên tekoşînê. Rêheval Zîn di şerê Til Hemîs, Til Temir, Mebruka û pêngavên cuda de bi wêrekiyeke mezin cihê xwe girt. Bi ruxmê ku di nava şer de birîndar bûbû, lê rêhevala me Zîn ti carî ev birîndarî ji bo xwe nekire weke astengiyekê û di her kêliya jiyanê de li rex rêhevalên xwe her di refên pêşde bû.

Hevrêya me Zîn, di temenekî ciwan de berê xwe da nava refên tekoşînê. Kesayeta xwe bi nirxên şoreşê re ava kir. Bi fedekarî û rihê xwe yê ciwan, bû yek ji evîndara welatê xwe. Ji bo layîqî ked û nirxên malbata wê avakirî bibe, her tim di jiyanê de hewlda û têkoşiya. Rêheval Zîn herî dawî bi erka ajokariyê radibû. Di dîroka 21.08.2019’an de di encama qezayekê de gihîşte asta şehadetê. Em xemgîniya malbatê parve dikin û dibêjin emê her tim tekoşîneke layîqî xeta şehîdan bidin meşandin. Em weke rêheval û şopdarên wê careke din soza xwe ya li hemberî şehîdên azadiyê nû dikin û dibêjin heta em jiyaneke azad, diyarî gelê xwe nekin wê tekoşîna me berdewam bike.

Li ser vê esasê, em careke din ji malbata hêja û fedekar ya ku rêheval Zîn, mezin kirî re sersaxî dixwazin. Em soza xwe careke din dubare dikin, ku emê xeyalên şehîdan bicih bînin û pêşerojeke azad ji nivşên nû re ava bikin.

Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye;

 

 

Nasnav:ZÎN ŞOREŞ

Nav û Paşnav:HEVÎDAR BEŞAR

Navê Dayikê:FEVZIYE

Navê Bav:HEMÎT

Cihê ji Dayikbunê:SERÊKANÎ

Cih û Dîroka Şehadetê:SERÊKANÎ/21.8.2019 

 

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

24 Tebax 2019