Yekîneyên Parastina Jinê

DI SERDEMA NÛ DE EM Ê XURTIR BIN

34

 

Têkoşîneke 8 salan li hember hemû hêz û komên çete hate dayîn û êdî ketiye qonaxeke nû ku gelek deskeftî bi dest ve anîn. Di pêvajoya herî xeternak de şervanên YPJ’ê têkoşîneke bêhempa da meşandin. Pêvajoya ku niha em tê re derbas dibin jî, wê YPJ zêdetir bi erkên xwe rabe.

Bi yekîtiya hemû pêkhateyan û hêza jinan destkeftiyên dîrokî hatin bidestxistin. Ev deskeftî wê heya dawiyê bên parastin jî. Ji bo wê hêzên me wê xwe zêdetir perwerde bikin û profesyoneltir tevbigerin da ku ev xetereyên li ser me bi hev re em bi dawî bikin û li Sûriyeyeke demokratîk bijîn. Helwesta me YPJ diyar e, heya dawiyê em ê bi erka xwe rabin. Azadiya me jinan, azadiya civakê ye. Têkoşîna me wê her berdewam bike.

Navenda Ragihandina YPJ’ê