Yekîneyên Parastina Jinê

Zîn Bû Şopdara Bav û Xalê Xwe

64

 

Şervana YPJ’ê Şehîd Zîn Şoreş ku di diroka 21.8.2019  li bajarê Serêkaniyê Şehîd bubû, li goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya girêdayî bajarê Dirbêsiyê, di diroka 24. 8. 2019 an de bi merasîmeke girseyî ji aliyê şervan û gel, hat oxir kirin.

Piştî ku cenaze ji nexweşxaneya leşkerî ya bajarê Serêkaniyê  hat wergirtin ji bona merasîma leşkerî bi konvoyekê ber bi goristana Şehîd Rûstem Cûdî ve birin. Merasîma oxir kirina Şehîd bi merasîmeke leşkerî destpê kir û piştî merasîma leşkeri li ser navê saziya malbatê şehîdan Dayika Masîro axivî û wiha got. ” em li ser navê saziya malbatê Şehîda di serî de ji malbata Şehîd Zîn û ji tevahî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin. Şervanên YPJ’ê û YPG’ê û gelê Kurd sax bin”.

Piştî axaftinan bawernameya Şehîd hat xwendin û cenaze bi dirûşmeyên Şehîd Namirin hat oxir kirin.

Navenda Ragıhandına YPJ