Yekîneyên Parastina Jinê

Du Dewreyên Şervanên Ypj’ê Bi Dawî Bû

24

 

Li Şedadê, akademiya şehîd Bêrîvan, du dewreyên şervanên nû yên YPJ’ê bi navê şehîd Rûqeya Ereb û şehîd Jiyan Serêkaniyê bi merasîmeke leşkerî dawî bû.

Di merasîmê de fermandara YPJ’ê Rûken Efrîn axivî, girtina herdu dewreyan li şervanan pîroz kir û wiha got: “Tevlîbûna her keçekê, ya nava YPJ’ê xwedî girîngiyeke mezin e. Em weke jin weke keçên ciwan beriya her kesî di ber parastina welat û gelê xwe de berpirsyarin. Rêber APO, got şoreşa rojava şoreşa jinê ye. Ew dem em ê bi tevlîbûna nav şoreşê, şoreşa xwe biparêzin. Ji bo famkirin û tevlîbûnek rast, bê çêkirin perwerdeya bingehîn ji gelek lêgerîn û pirsan re dibe bersiv. Ev perwerdeya we dît li ser sê xalan hate dîtin. Perwerdeya fikrî, leşkerî û teknîkî bû. Dewreyek ji şervanên Kurd û dewreyek ji şervanên Ereb bû. Ev perwerde di heman demê de bû bingeha jiyana bi hevre bûyîn û avakirina hişmendiya netewa demokratîk.”

Efrîn, di dawî de bal kişand ser erk û berpirsyariyên dikevin ser milê her şervaneke YPJ’ê çine û wiha got: “Hemû heval dizanin em di demek girîng yê tekoşînê de jiyan dikin. Roleke mezin dikeve ser milê hêzên parastinê. Pêwîste hun di wê zanebûnê de bûn ku di demeke wiha awerte da tevlîbûna we bersiveke ji gefxwarinên li ser gel û welatê me. Em di wê baweriyê da ne, hêza we ji vê perwerdeyê girtiye hunê li qadên biçinê tevlîbûneke bi serkeftî raber bikin. Li ser wê bingehê em careke din perwerdeya hatiye dîtin li we hemû şervanan û şehîdên xwe pîroz dikin. ”

Şervanên perwerdeya xwe bi dawî kirin axivîn û armancên xwe yê tevlîbûnê anîn ziman. şervana bi navê Şêrîn Deriya, wiha got: “ Tevlîbuna min ya di nava refên YPJ”ê de ji bo ku ez xwe û hemû jinan azad bikim. Li pêş çavê me her roj şehîd tên dayîn, gelê me berdêlan dide. Ez jî weke keçeke ciwan dixwezim bi tevlîbûna xwe ji vê rastiyê re bibim bersiv. Rêya azadkirina me jî di perwerdekirinê re derbas dibe. Min di vê perwerdê de ev rastî dît.”

Şervana YPJ”ê Nêvîn omerî jî wiha got: “armanca tevlîbuna min Rêbertî û şehîd bûn. Hêviya min em di nav welatek azad, sûryekî demokratîk de bijîn. Her çar parçê kurdistanê bixin yek. Girêdana min ya bi YPJ’ê re piştî xwişka min tevlî bû zêdetir bû. Ez jî dixwezim weke xwişka xwe bibim şervanek ya şoreşê û di şopa ew tê de dimeşe ez jî bimeşim.”

Şervana YPJ’ê Rojîn Reqa jî axivî û got: “Tevlîbuna min di nava YPJ’ê de ji bo ku ez  xwe azad bikim û hemû jinên bin dest azad bikim. Min gelek feyde ji vê perwerdê dît û bi taybet perwerdeyên birdozî. Hevalên ku perwerde didan pir bi mere bûn alîkar ji bo ku em encamekî bi hêz bigrin. Bi taybet dersên li ser min bandora xwe mezin da çêkirin, Dîroka jin, rastiya Rêber APO û netewa demokratîk bû. Em ji xwe bawerin ku em ê di pratîkê de tevlîbûneke xurtir bidin çêkirin.”

Merasîm bi xwendina sondxwarina şervanan û gerandina govendê hate bi dawî kirin.

Navenda Ragihandina #YPJ