Yekîneyên Parastina Jinê

           Rêwîtiya Ber Bi Xwe Ve

208

 

Li dinyaya ku em lê dijîn, hebûneke jinê heye ku bi şer, koçberî, fihûş, porno, xizanî, feqîrî, bêkarî, polîtîkayên perwerde û tendirustiyê yên saziyên baviksalarî, harbûna hevser, yar û hwd. bi qasî nayê jimartin bi gefxwarina xeteriyan re rû bi rû ye. ‘ Jixwe rastiyeke hebûna wê bi îmhayê re rûbirû be, pirsgirêka wê ya pêşî azadî nîne, berê pêşî divê hebûna xwe biparêze û ev yek çiqasî pêkan be, ew û azadî wê di zikhev de pêk bên. Tişta nebe azadiya xwe jî nabe ango tişta hebûna wê tinebe azadiya wê jî nabe. Azadî bi tenê bi hebûnê mumkîn dibe. Ev tespît, ji bo têkiliya di nav bera hebûn û azadiyê de pir girîng e. Îro pergaleke hegemonîk heye ku dixwaze hebûna jinan bi fizîkî û îdeolojîk tune bike. Nexwe li hemberî vê pergalê, em ê despêkê hîn bibin bi derfetên xwe hebûna xwe, biparêzin. Ji bo jinek bikaribe hebûna xwe biparêze, divê hebûna xwe nas bike û pênase bike. Divê çêbûyîn û hebûna xwe, bi têgîn û pênaseyên xwe bi nav bike û watedar bike.

Sîmone de Beaûvoîr a bizava femînîzma heyînê daye destpêkirin, di pirtûka bi navê Cinsa Duyemîn (1949) de çavkaniya pirsgirêkên civakî wiha îfade dike: “Bi şêwazê destgirtina hebûna xwe ve girêdayî ye.…ji ber ku jin weke ya din, mêr jî weke ez hatiye sêwirandin, jin hetanî xwe di peywendiya xwe de pênase bikin, di têkiliya tiştê ne ew tişt in de, yanê weke ya din, çarenûsa wan ew e ku girêdayî mêr werin pênasekirin.”

Ji bo em jî “bi çarenûsa pênasekirina weke ya din” rizgar bibin, divê pênaseya xwe em bixwe bikin. Ji ber ku ya xwe pênase neke, wê hinekên din wê pênase bikin. ‘Ji bo jiyaneke rast, ya bingeh ew e, divê mirov beriya her tiştî jinê terîf bike û rola wê ya di nava jiyana civakî de diyar bike. Em vî hukmê xwe ji bo xisletên biyolojîk û statuya civakî ya jinê nadin. Têgîna jinê weke hebûn girîng e. Mirov çiqasî jinê terîf bike, terîfkirina mêr jî ewqasî pêkan dibe.’ Ev tespîtên Rêber Abdullah Öcalan, ji bo girîngiya pênaseya jinê, diyarkirinên balkêş in.

Ji bo bi awayê rast nasîn û pênasekirina hebûna jinê, Jineolojî weke derçûneke bingehîn divê bi berfirehî ferasetên mîtolojî, ol, felsefe û zanistê lêkolîn û analiz bike ku nasîn, pênasekirin û lêkolîna van ferasetan ne rast in. Di pênaseyên hebûna jinê de guhertina xeletiyên wan e. Xala derçûneke din; bi nêrîna mê xwe pênase kirin û ji her cure mêjiyên desthilatparêz ên ku li dijî me, me pênase dikin hesab xwestin e. Yanê redkirina pênaseyên şaş û jirêderketî yên li ser hebûna me ferz kirine û li ser esasê cêribandinên me yên cewherî, bi têgihiştinên cewherî, pêşdebirina pênaseyên xwe ye. Di maneya rast de ruxmî şaş bi nav kirinên bi hezaran salan, wê ev bibe nîşaneyeke bi wate ku hê jî em tune nebûne. Navlêkirin taybetmendiyeke xas a xwedawenda ye. Dema me nav li xwe kir û bi nasnameya jinê ya dîroka civakî bi dema herî dirêj bi Xwedawendê re pêwendî danî; wê demê di pênasekirina hebûna xwe de em li ser rêya rast in, yanê li ser kokên xwe ne.

Jineolojî, ruxmî me, pênasekirina me û li gorî van pênaseyan hêl dayîna jiyanên me deşifre dike bê tundiyeke çawa bê rehme. Pênc hezar sal in, ev tundiya bêrehm, yanê weke gavên pêşîn ên tunekirina hebûna me, pênaseyên şaş, neheq û dijraberî cewhera me; êrîşeke berfireh a bîrdozî ye li ser nasnameya jinê. Em ê lêkolîn bikin bê ev êriş bi destê kîjan mêrê serwer û di kîjan tevnê de hatiye hunandin. Ev rastî, di tevahiya dîrokê de, di jiyana civakî ya jinê de, tê çi maneyê? Weke bersiva vê pirsê, destpêkê divê em li têgihîştin û pênaseyên jinê yên di demên cuda de hatine pêşxistin binihêrin. Di mîtolojî, ol, felsefe û zanistê de jin çi ye? divê em vê pir baş fêm bikin. Ger ku em, ew pênaseyên wan li me kirine, jiyana me heps kirine, bedena me qetil kirine nizanibin û deşîfre nekin, emê derbarê xwe de nikaribin pênaseyên baş bibînin.

Ji femînîstên radîkal Mary Daly dibêje; ‘Rêwitiya jinan ji qadeke sexte ya ne resen, ber bi qada heqîqetê rêyekê dişopîne…Rêwî ji aliyekî ve divê navên baviksalar lê bikin, ji aliye din ve jî wê bibînin ku bi vî awayî înkara neyîniyan wê rê li pêş erêniyan veke. Ew erênî, li derveyî xwebûn û dinyaya berê bi awayekî baviksalarî hatiye pênasekirin, ji mekana baviksalarî wêdetir, tevgereke diçe hebûneke nû û dinyaya çêbûnê, heyînê…” Ji bo pêşxistina zanista me ya heyînê em dikarin vê rêwîtiyê pêk bînin.

Armanca sereke ya vê rêwîtiyê ewe ku ji hev bûyîna  jinê ji pênaseyên derbarê hebûna wê de ku bi hezaran salan bi awayê zexteke zêde li ser hatiye ferzkirin e. Xwezayeke rast û azad a aîdê jinê heye. Her wiha xwezayeke din jî heye ku di bin êrîşên pergala îdeolojîk a deshilatdar a ku jinê tune dihesibîne ava bûye. Lê her çend ev xweza  ne îfadeya cewhera jinê be jî mîna ku ev yek hebûna jinê be xweza û nasname hene. Gelek sazî û kevneşopiyên pergala dewletparêz, desthilatparêz û cinsiyetparêz, bi zora îdeolojîk û zora aşkere ji bo jin hebûna xwe ya cewherî nejîn astengiyan derxistine.

Dema jin hebûna xwe pênase dikin, divê her tim vê rastiyê li ber çav bigirin. Em dikarin bi hêza aqil, his û hestên xwe, kîjan taybetiyên me aydî xwezaya me, hebûna me ne bibînin. Bi sehekên xwe em dikarin bê kîjan taybetmendiyên me estetîk, exlaq, civak û kesê azad xwedî dike keşif bikin. Mînak di cewherê xwe de tundî ne taybetmendiyeke jinê ye. Rastiya jinê ya ku hildiweşîne, dikuje ne serdest e. Ji bo vê, em jin divê hemû cil û bergên îdeolojîk, sosyolojîk, siyasî û cinsî hwd. ku li me kirine lê li bejna me nayên, me difetisînin, ji xwe bikin. Heta ku bigihîjin rastiya xwe ya rût û tazî, hebûna xwe ya cewherî. Em dikarin ji vê re bibêjin rêwîtiya ber bi xwe ve. Yan jî dikarin bibêjin ji hebûna kirine aydî me, rêwîtiya berbi hebûna xwe ve.

Dema em “Hebûna jinê çi ye?” digirin dest, em dikarin li ser du rêyan bimeşin. Ya yekemîn; heyîna bi kedxwarî û pêkutiyeke pênc hezar sal in li ser jinan hatine ferzkirin, jinan jî bi giranî pejirandine bineqînin û pênase bikin. ‘ Diviyabû serwextbûna li tevahiya naverok û şêweyên asta koletiyê ya ku bi hezarê salan bi aqil û destê mêrê mêtinkar û zordest ketiye jiyana jinê, bibûya gava pêşî ya sosyolojiya rastiyan.’ Bi gotineke din;  divê em “gavên pêşîn” yên dereng mane bavêjin. Ji bo ev gav me bigihîne hebûna jinê ya cewherî û xwezayî û li ser vê esasê Jineolojiya wê, divê em li ser rêya duyemîn jî bimeşin. Divê em xweza, hebûn û heyîna rast a jinê keşif bikin. Di vê mijarê de xwedan dîrokeke me ya pir dirêj,  avantaja me ye. Cêribandinên di rabirduyê de hatine jiyankirin, hebûna jinan di civakên xwezayî û Neolîtîkê de, ji wan pêvajoyane ku hêzê didin me.

Em ê di her du rêyan de jî bimeşin û bi keşfên li ser hebûna jinê, wate û wesfên rastîn ên hebûna jinê zelal bikin. Di meşa li ser vê rê yê de, em ê ti carî  ji bîr nekin, çi li ser esasê azadiyê dibe, çi jî li ser koletiyê be, jin, diyardeya berdewamkara hebûna civakî ye. Heyîna jin û mêr, her wiha xwezaya civakî baş pênasekirin, bi têgihîştina vê rastiyê ve girêdayî ye. Pêvajoyên civaka xwezayî yên bi deh hezar salan hatin jiyankirin, di çarçoveya jinê de bû lê jina azad. Dema ev civak hatin hilweşandin û şaristaniyên dewletparêz li şûna wan hatin avakirin û rastiyên civakî yên wan ava kirin jî, ji berevajî vê di çarçoveya jinê de ne, yanê di çarçoveya jina hatiye kolekirin. Her çend hatibe kolekirin jî, biyaniya xwe bûbe jî, ger heyîna jinê nebe, ev şaristaniya dewletparêz a pênc hezar salan nikare berdewam bike. ‘Eger hûn jinê û malbatê, bi awayên wan ên heyî, ji bin sîstema şaristaniyê, her wisa ji bin desthilatî û dewletê bikişînin, wê bi navê pergalê li pey, pirr hindik tişt bimînin…di kişandina barê Kapîtalîzmê de jinê xistine bin barê herî giran.  Lê, berdêla vê şêwaza heyî, şêwaza heyîna jinê ya biêş, hejar, ketî û têkçûyî, ya di bin rewşa şerê berdewamî yê di kûraniya kêm de ye, ku naqede.

“Jin bûyereke ne fizîkî, civakî ye… Erka herî esas a zanistên civakî; bi daketina çavkaniya wê, çelexwarîkirinên li ser vê bûyerê rakirin e.” Ger Jineolojî şoreşa bi lezgînî pêwîstiya zanistên civakî pê heye pêk bîne, mîna ku Rêber Abdullah Öcalan diyar dike divê destpêkê vê “erka herî esasîn” bi cî bîne. Diyaroka jinaniyê, ne biyolojîk, weke diyarokeke sosyolojîk e, ger pênaseyên rast jêre neyên dîtin; berde çareseriya pirsgirêka azadiya jinê, em nikarin dahûrandinên wê jî bikin. Di vê mijarê de ya divê were serxistin; “bi daketina çavkaniyên çelexwarîkirinên li ser jinê tên kirin, wan derxistina holê ye” Ji bo vê, heta em dakevin çavkaniya wê, divê em li ser rêya yekemîn a me li jor diyar kir bimeşin.