Yekîneyên Parastina Jinê

Meheke Tije Berxwedanî Li Kobanê

298

 

Ez di sala 2014 an de derbasî Rojava bûm. Piştî ku şoreş hate ava kirin dijmin êrîşên pir dijwar birin ser Rojava. Şoreşa Rojava misoger kirina felsefeya Rêber APO û tune kirina hişmendiya desthilatdar û tunekir ya mêr û Kapîtalîzm bû.

Li ser axa Rojava dest pê kê êrîşên El Nusra paşê jî êrîşên DAÎŞ’ê dest pê kir. Her roja ku şoreş bi ser ket, wan hêzên dagirker jî êrîşên xwe dijwartir kirin û xwestin ku Kurdan di Rojava de bifetisînin û xeyalên azadiyê li Rojava têk bibin. Dema ku êrîşên li ser Şengalê çê bûn, wîjdana min qebûl nekir ku di ciyê xwe de rûnim û çalak tevlî şer nebim. Ji ber wê jî min di şerê Til Koçer û Cezaa de cî girt û di dema şerê dijwar yê Kobanê de bi pêşniyara xwe derbasî Kobanê bûm.

Pêngava dstpêkê ya şoreşa Kurdistanê bi hatina Rêbertî ya Kobanê re destpê kiribû. Ji ber wê jî têkoşîn û berxwedana li Kobanê wateyek xwe yê cuda hebû û bi rûmet bû. Şerê Kobanê û Cizîrê nedişibî hev. Li Kobanê derfetên me di her warî de kêm bûn. Beriya ku em biçin Kobanê, me şerek weke şerê Kobanê nedîtibû. Çawa ku em gihîştin Kobanê, em derbasî eniya şer bûn. Bombeyên me qet tune bûn. Qilêşên di destê me de jî tev zingar girtibûn. Di şer de tengasiya ku herî zêde me jiyan kir di warê cebilxanê de bû. Ji ber di dest dijmin de cebilxaneya herî pêşketî û çekên giran hebûn û di destê me de jî tenê qilêş, BKC, B7 û çend Doçka hebûn.

Di eniyê de di navber me û dijmin de 50 metre hebû. Dema ku pevçûn derket û heval li kêlek me birîndar bûn, ez di çeperekê de bi tenê mam. Min wê demê bi xwe ji xwe re got pêwîste ez bi birîndarî nekevim destê dijmin û heya ku ji dest min bê pêwîste ez xwe biparêzim û li ber xwe bidim. Di pevçûnê de çeka min sekinî. Min hem şer dikir û hem jî ji bo ku hevalan bibînim, ez li hevalan digeriyam. Dema ku min heval dîtin û min got çeka min sekiniye, hevalan ez şandim çeperek din ji bo ku çekek ku bişuxile bigrim.

Em bi şev hatibûn wê çeperê. Ji ber wê jî min rê nas nedikir. Dema ku ez dimeşiyam, min di rê de heval Dilgêş dît. Min li wir heval Dilgêş nas kir. Paşê heval Dilgêş weke fermandarê tabûrê hate cem me. Dema ku heval Dilgêş hat, piraniya hevalên di tabûrê de şehîd bûbûn.

Ez mehekê di nava şerê Kobanê de mam. Lê ev meha şerê Kobanê di jiyana min de dema herî zehmet û bi wate ye ku tu carî nikarim ji bîr bikim. Gelek hevalên ku em bi hev re derbasî Kobanê bûbûn, me bi hev re jiyan kiribû, bi hev re berxwedanî kiribû, di wî şerî de yek bi yek şehîd bûn. Êşa wan şehadetan di me de kîn û hêrs dida ava kirin.

Li kêlek wî şerê giran dijmin bi şerê pîsîkolojîk dixwest ku hêvî û berxwedana me bişikîne. Lê ev hezkirin û ruhê hevaltiya ku hatibû ava kirin, dijmin nedikarî bişikîne. Hevaltiya ku Rêber APO dabû çandin, li Kobanê di asta herî jor de xwe dida nîşandan.

Yek B7 ya me hebû. Heval Dilgêş Mûş di hemû eniyên şer yên Kobanê de B7 ra dikir. Piştî demekê em ketin yekîneya tevgerî. Li  kîjan eniyê pêdivî hebaya em diçûn wê derê. Şehîd dilgêş tevî ku fermandarê tabûrê bû erka fermandarekî eniyê pêk dianî. Hem di şer, hem jî di jiyanê de pir bi hêz bû. Ji xwe ji bo Tevgera Azadiyê li kêlek xuliqkariya taxtîkên nû di şer de hevaltî û çanda APOGERIYÊ parastin e. Heval Dilgêş di 20’ê Cotmehê de şehîd bû. Şehadeta heval Dilgêş tesîrek pir mezin di me de da ava kirin. Heval Dilgêş dest pê kê birîndar bû. Ciyê ku em lê diman, kesî nedikarî bê wê derê. Heya ku erebe hat ji bo ku bibin nexweşxanê heval Dilgêş şehîd bû. Tevî ku 10–15 roj bûn ku min nas kiribû, şehadeta heval Dilgêş di min de jî tesîrek mezin ava kir. Heval Dilgêş di dest û lingê xwe de birîndar bibû lê dîsa jî timî li eniya herî pêş yê şer bû. Tu carî xwe ji şer û têkoşînê nedabû paş. Di nava tabûrê de yê ku herî zêde fedakartî kir heval Digêş bû. Heval Dilgêş di riya heqîqet û azadiyê de jiyan kir û di wê riyê de jî gihîşt şehadetê.

Hefteyek piştî şehadeta heval Dilgêş ez jî birîndar bûm. Ev birîndarî ji bo min nîşaneya berxwedanî û rûmetê ye. Ji ber milîtanek APOGER li kuderê be û di kîjan karî de ciyê xwe bigre, ger ku serkeftinê ji xwe re esas bigre wê erka xwe ya miltantî û şoreşgertiyê bi cî bîne. Ez ê jî li ser wê bingehê ji vir û şûnde tevlî têkoşînê bibim.

Di Kobanê de ji şerê çekan zêdetir şerê ku dihate meşandin, şerê bîrdozî bû. Û di wî şerî de felsefe û bîrdoziya Rêber APO bi ser ket. Keda şehîdan bi serket. Ya ku ji me tê xwestin ji vir û şûnde parastina wan niraxane ku bi xwîna bi sedan şehîdan hatine ava kirin e.

ARJÎN DENÎZ