Yekîneyên Parastina Jinê

Akademiya Hêzên Xweparastinê-Jin Hate Vekirin

130

Di Şoreşa Rojava de, Jinan di warê rêxistinî, civakî, û leşkerî de gavên pir girîng avêtin. Jin bi van pêşketinan re, di şoreşê de rola pêşengiyê girte ser milê xwe. Îro jî gavekî nû li ser van pêşketinan hate zêdekirin. Yekemîn akademiya hêzên xweparastinê-jin hate vekirin.

Şandeyek ji rêveberiya xweser ên herêmên Firat û Cizîrê, fermendarên Hêzên Xweparastinê, QSD, YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên saziyên civaka sivîl yên Amûde û Qamişlo, nûnerên hindek partiyên siyasî û malbetên şervanên tev li akademiyê bûne di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Xweparastinê- Jin destpê kir, piştre şervanan li pêşiya beşdaran sond xwarin.

Endama Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê axivî û got: “Vekirina akademiyê di dîroka têkoşîna jinê de gavek pîroz e. Her wiha ev gav di dema ku em banga aştiyê dikin ruxmî gefên li dijî herêmê, gavek girîng e. Em bi rêya wê tekez dikin ku em aştîxwaz in lê em amade ne li hember her gefekî li dijî ax û gelê me bisekinin.”

Piştî axaftinan gelek koma Kevana zêrîn, Hunermend Nesrîn û komên hunerî stran pêşkêş kirin. Di dawiya merasîmê de beşdaran û şervanan xelekên  govendê gerandin.