Yekîneyên Parastina Jinê

AKADEMIYA ŞEHÎD BÊRÎVAN DEWREYEK ŞERVANÊ NÛ VEKIRIR

99

Akademiya şehîd Bêrîvan, dewreya şervanê nû ya bi navê şehîd Bêrîtan Erep û Gerîla Stêrk a ji pêkhateya jinên Kurd û Erep vekir.

Li kantona Hesekê bi dehan şervanê YPJ’ê yên ji herêmên cûda beşdarî bûne, vekirina dewreyê bi merasîmek leşkerî hate vekirin.

Di merasîmê de ji fermandarên YPJ’ê Rûken Efrîn, vekirina dewreyê li şervanan pîroz kir û wiha axivî, “Ez di serî de vê dewreyê li şehîd Bêrîtan, Gerîla, Rêber APO û tevahî şehîdn pîroz dikim. Hevalên hêja we bi tevlîbûna xwe ya nava şoreşê, berê xwe daye jiyana azad. Dema ku her keçeke ciwan berê xwe dide nava şoreşê, em jê hêz, moral û bawerî digrin. Hunê di vê perwerdeyê de rastiya xwe, rastiya dîrok, civak û çanda xwe nas bikin. Naskirina xwe bi perwerde û qezençkirina zanebûnê re dikare were pêşxistin. Ev perwerde wê di we de li ser van mijaran kurbûnekê bide avakirin. Ji bona wê pêwîste hun bi awayekî pergalî û disiplîneke bilind di jiyana xwe ya rojane de ava bikin û bi mereq tevlî perwerdeyê bibin.

Li ser wê bingehê em careke din di perwerdeya we de serkeftinê dixwezin. Em bi vê bîr û baweriyê ji we hemûyan tevlîbûneke rast hêvî dikin.”

Piştî ku merasîm bi dawî bû, şervanan soza xwe dan û bi govendê bi dawî kirin.