Yekîneyên Parastina Jinê

Keça Serhildêr Rêvan Rojava

139

Keça leheng û Dildar, ma qey ew cesaret û qiyamet di dilê te de li ku hatibû komkirin. Û ewqas hêrekî bê gotin werê bîra te. Berê tekoşîna te bû nameyeke ji hemû qehremanan re. Tu weke dareke fêkî lêhatibû. Weke ku Rêvanê dengê xwe ji dîwarê tarîtiyê re çirandibû, kefenê mirinê li ser rûyê erdê hilanî bû, hemû hestên zarokên bê ku bizanibin şer û jiyan li ku dihewe pênaseyeke nû derxiste dergûşa wan. Cîhanê bi te re hat Kobanê. Ji Surca berxwedêr, ku mêranî û derwêşî li vir herikî bi ber banga xort û keçên vî welatî ve hatin. Êdî lehengên Botanê û Cûdî bi refan berê xwe dan Kobanê. Tovên hilbijartî, ji cizîra bedew, baxên hêja ji Efrîna bextewar li piştî wan tifinga reş û di destê wan de aşitî û rizgarî rêz dibû.

Vaye ez li vir nameya xwe ji were dibêjim; ê ku ji vê axê re ev gotibû, di giyan û rihê min de tiştek nayê ber çavê min, ji bilî azadiyê û rizgariya welat. Lewma ji bo ku ez navê qederê li ser welat û bajarê xwe rakim, ez xwe dikim hebûnek ji hemû rêgezên Aşitî yê re.

Fedayîtiya Rêvanê, bû sedem ku wê rojê her kes pê bihesê ku Kobanê nema dikeve. Ew roj bû teqeza serkeftinê ku careke din yê weke Rêvanê gav bajin ser rûyê vê xakê.

Weke ku çawa berê rojê li hemû birînên Kobanê bû, di heman demê de berê Rêvanê jî li rojeke mezin û bi hês bû.

Sozê Qamişlo