Yekîneyên Parastina Jinê

Dewreya leşkerî ya Şehîd Şîndar Bi Dawî Bû

71

Akademiya şehîd Nûcan a şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê dewreya ku bi navê şehîd Şîndar vekiribû bi merasîmeke leşkerî bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Nûcan a leşkerî li herêma Firatê dewreya xwe ya bi navê şehîd Şîndar, bi beşdariya gelek şervan û fermandarên YPJ’ê bi dawî kir. Fermandariya akademiya şehîd Nûcan, dawîkirina dewreyê li şagirtên akademiyê pîroz kir û got;

“Ji bo em di warê leşkerî de xwe kûr bikin, pêwîste em akademiyên xwe yên leşkerî bi hemû beşên wê ve firehtir bikin. Bi qasî pêşxistina perwerdeya bîrdozî û fikrî, pêdiviya me bi pisporiya leşkerî jî heye. Bi vî rengî emê bi awayekî profesyonal û bi şêwazekî nû yê şer di xwe de ava bikin. Ji ber hemû heval jî dizanin li ser axa me, li ser gelê me xeteriyên mezin û gefxwarinên dagirkeriyê hene. Kûrbûna li ser hêza xwe ya cewherî di vê pêvajoyê de ji her demê zêdetir ji bo me pêwîste. Em bawerin hunê bi vê hêza ku we ji perwerdê girtî, hemû erkên xwe bi rengek serkeftî bicih bînin.”

Piştî merasîm û sondxwarin bi dawî bû, şervanên YPJ’ê şahiya ku amade kiribûn pêşkêşkirin. Şahî bi gerandina gûvendê bi dawî bû.

Navenda Ragihandina YPJ’ê