Yekîneyên Parastina Jinê

YPJ: XETA ARÎN Û RÊVANA XETA SERKEFTİNÊ YE

183

Yekîneyên parastina jin YPJ’ê, bi boneya salvegera şehadeta Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava, merasîmeke leşkerî lidarxist û got; ‘Xeta Arîn û Rêvana xeta serkeftinê ye’.

Li herêma Firatê bajarê Kobanê, yekîneyên parastin jin YPJ’ê û yekîneyên parastina gel YPG’ê li goristana şehîd Dijle bi boneya salvegera 5 mîn ya şehadeta Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava merasîmek leşkerî lidarxistin. Piştî merasîmê, civîn hat çêkirin, cihê şehîd Arîn, şehîd Rêvana lê çalakî kirine û malbata şehîd Rêvana ji aliyê şervanên YPJ’ê ve hatin ziyaret kirin.

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê, bi desteka gelek hêzan êrîşî bajarê Kobanê kirin. Armanca êrîşa li ser bajarê Kobanê, dagirkirin û qirkirina gelê Kurd bû. Li hemberî vê êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê şervanê gelê Rojava, bi keç û xortên xwe ve bûn mertalên parastina welatê xwe. Di dema ku êrîş giran bû de, ji her çar perçên Kurdistanê û li welatên cîhanê tekoşerên azadiyê berê xwe dan berxwedana Kobanê. Ev herikîna destanî ya şoreşgerên vê sedsalê pêşî li hovîtiya çeteyan girt. Ji şervanên YPJ’ê Rêvana Rojava di 27’ê îlonê û Arîn Mîrkan di 5’ê Cotmehê de çalakiyên canbexşane pêk anî bûn. Berxwedana Kobanê piştî van çalakiyên canbexşane êdî vegeriya berxwedaniya mirovahiyê û tevahî jinên cîhanê.

Di merasîmê de ji fermandarên YPJ’ê, a herêma Firatê Kurdistan Serêkaniyê axivî herdu şehîd bi bîranîn û wiha got; “Em di şexsê şehîd Arîn û Rêvana de tevahî şehîdên azadiyê bi bîrtînin. Bêguman xeta fedayî di nava tevgera azadiyê û şoreşa mirovahiyê de sala 2014’an li Kobanê, di şexsê şehîd Arîn û şehîd Rêvana de ji nûve jîndar kir. Berxwedana Kobanê bi lehengiya keç û xortan bû kela dimdimê ya hemdemî. Berxwedana ku bi rihê Arîn û Rêvana bilind bû, ji bo tevahî jinan û mirovahiyê bû çavkaniya hêviya jiyana azad. Rihê berxwedêr li Kobanê destpêkir, li Efrînê di şexsê şehîd Avêsta û Barînan de berdewam kir.  Em li ser wê esasê carek din jiyana azad ya bi xwîna şehîdan hatî avakirin li gelê xwe û tevahî şopdarên şehîdan pîroz dikin û dibêjin bijî berxwedanî û bimre dagirkerî.”

Fermandara YPJ’ê Leyla weşukanî di civînê de bi zimanê erebî axivî, behsa tekoşîna Arîn, Rêvana û hemû şehîdan kir û bal kişand ser xeteriyên îro li ser şoreşê.

Fermandar Leyla Waşûkanî, wiha got; “ Em di dest pê kê de li hemberî van şehîdên xweyî mezin û li hemberî hemû şehîdên şoreşa azadiyê bejna xwe ditewînin û soza xwe careke din nû dikin. Em bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdên xwe gihîştin van rojan. Pêwîste em rastiya şehîdan rast bixwînin û wan di her kêliya jiyanê de heqîqeta wan ava kiriye jiyanî bikin. Me ji bo parastina rûmet, welat û çanda gelan bi hezaran şehîd dan. Îro em bi hezaran li ser şopa van şehîdên xwe tekoşîna azadiyê didin. Erk û berpirsyartiyên me bi dawî nebûne. Di roja îro de ji bo em xwedî li berpirsyartiyên xwe yê dîrokî derên çi ji destê me tê pêwîste em bikin. Fermana Arîn, Rêvana û tevahî şehîdan ji bo me eve. Ji bo me xeta Arîn û Rêvana xeta serkeftinê ye. Di roja îro de xeterî û pilangeriyên berfireh ji aliyê hêzên dagirker ve li ser van destkeftiyên me pêşdikevin. Ev pîlangerî li hemberî xeta şehîdên me ye, li hemberî vîna gelên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê ye. Ji bona wê pêwîste em van xeteriyan rast bixwînin, xwe perwerde bikin û di warê fikrî û leşkerî de amade bikin. Ya di vê pêvajoyê de ji me tê xwestin eve. Li ser wê esasê em careke din di şexsê şehîd Arîn, Rêvana, şehîdên Kobanê û tevahî şehîdên azadiyê bi bîrtînin soza me da ye şehîdên xwe nû dikin.”

Piştî civîn bi dawî bû, şervan çûn cihê Arîn û Rêvana lê şehîd bûne. Şahidê berxwedana Kobanê endamê meclîsa leşkerî yê QSD’ê li Kobanê, Xalê Îsmet ji şervanan re behsa qehremantiya Arîn, Rêvana û hevrêyên wan kir û got; “Heval Arîn û Rêvana canê xwe ji bo tevahî mirovahiyê feda kirin. Her şehîdekî li Kobanê bi berxwedaniya xwe destanek nivîsandin. Di şexsê jina Kurd ya xwedî rihê fedaî ye, tevahî mirovahî bi serket. Em careke din soz û minetdariya xwe li hemberî şehîdan tînin ziman û dibêjin wê bîranîna şehîdan her tim rêya me ronî bike.”

Her wiha şervanên YPJ’ê çûn gundê Xanka Xelîl û malbata şehîd Rêvana ziyaret kirin. Dayîk û bavê şehîd Rêvana kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin, keça wan ji bo parastina welatê xwe û ji bo hemû mirovahiyê canê xwe feda kir. Em bi şehadeta keça xwe serbilindin. Hun îro li ser şopa keça min tekoşîn dikin ev ji bo me cihê serfiraziyê ye. Em weke malbateke şehîdan, dibêjin heta nefesa me lêbide, em ê li peyî şehîdên xwe bimeşin û xwedî li keda wan derbikevin.