Yekîneyên Parastina Jinê

Silav Û Hezkirin Ji Bo Hemû Beşdar Û Mêvanên Ezîz Yên Konferansê Re

137

Em di serî de, li ser navê hemû şervanên yekîneyên parastina jinê YPJ’ê, şervanên yekîneyên parastina gel YPG’ê û hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, yên ku weke hêzên parastina gelên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kirine silav û hezkirinên xwe ji we beşdarvanên ezîz û bi rûmet re pêşkêş dikin. Her wiha em spasiyên xwe ji sazî û kesên konferaseke wiha amade kirine re pêşkêş dikin. Ji ber ku derfetek wiha ji me re hate dayîn û em beşdarî xebateke wiha girîng bûn, em careke din beşdarvanên konferansê spas dikin û wan bi germahiya şoreşê silav dikin.

Mêvanên hêja;

Pergala desthilatdar, ji roja ku bû belaya serê mirovahiyê, îro di cîhanê de hemû qadên jiyana mirovahiyê dorpêç kiriye. Desthilatdarên ku xwe bi feraseta şovenîzmê, bi hişmendiya netew-dewlet, bi bîrdoziya olperest, zayendperest û nijadperestiyê xwe li ser piyan digrin bi hilweşîneke dîrokî re rû birû ne. Netew-dewlet, êdî weke cenewirekî her tiştî daqurtîne lêhatiye û hewl dide xwe bi kuştin, talan, qirkirin û tunebûna nirxên civakî yên ku xwe di hempêza dayîk de, xwe li ser piyan bihêle. Ev hewldana xwe domandina netew-dewletan, rê li ber şerê cîhanê yê sêyemîn vekir. Hemû alozî, qirîz, nakokî û qeyranên ku îro mirovahî dijî bingeha xwe ji vê rastiya hatiye berovajî kirin digre. Pergala ku êdî bi rola makîneyê radibe û mirovan dihêre, çeteyên DAIŞ’ê ava kir û bi rêbazên herî hovane, bi kiryarên herî kirêt ajotin ser mirovahiyê. Navenda şerê cîhanê yê sêyemîn, bûye Rojhilata Navîn. Rojhilata navîn, çavkaniya hem qirîzên navdewletî û hem jî çavkaniya bihurandina van qirîzane, her wiha çavkaniya demokratîkbûna gelan e jî. Li hemberî bilindkirina şovenizmê, perçekirina civakê, bêgumn rêya xelaskirinê tenê dikare bi avakirina netewa demokratîk pêkan bibe.

Ji salên 2000’î û pêve ango bi ketina sedsala 21’mîn re, di cîhanê de û bi taybet di Rojhilata Navîn de li hemberî kapîtalîzma ku ti nirxên civakê nasnake, di pêşengiya jinan de serî rakirinek ya civakî hîn bi awayekî şênber xwe da der. Ji bo ku ev pêla serî rakirina jinan û tekoşîna gelan bidin rawestandin, komên çete yên di bin navên cuda cuda de û di bin maskeya îslama radîkal de, ava kirin. Çeteyên DAIŞ’ê, bû rêxistina herî dawî ya van komên çete. DAIŞ, ji komeke çete zêdetir, rû û bîrdoziya pergala kapîtast û netew-dewletê ye. Dewletên ku xwe serkêşên cîhanê dibînin, xwe li ser tunebûna civakê kirine hegemon DAIŞ, ava kirin, desteka lojîstîk, çek dan û werimandin. Weke çekeke herî xedar, hilweşîner, talankar berdan nav civakê. Di serî de êrîşa li ser Şengal, Musil, Kerkuk, Kobanê, Minbic, Reqayê û hemû qadên din armanc di şexsê jinê de tinekirina civak û nirxên çandî û exlaqî yên gelên qedîm bû. Çeteyên DAIŞ’ê, bê ku netew, ol, feqîr, dewlemend, bajar, gund, jin, zarok, kal, pîr, xweza, nebat û ajalan cuda bike, cihê ku ketê kuşt, xira kir, talan kir, revand, firot, tecewuz kir, serî jê kir, şewitand û li ser civakê bû împaratorê tirsê. Dewletên ku qaşo xwediyên hêzên herî nûjen, xwedî teknîkên herî pêşketî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, çong danîn erdê û nikarîbûn hovîtiya çeteyan bidin rawestandin. Şoreşa Rojava, ya ku cewherê civakî û nirxên mirovahiyê temsil dike, di sala 2011’an de di serî de ji bo gelê Kurd, Rojhilata navîn, jinên şoreşger, tekoşînvan, sosyalîstên cîhanî bû ronahiya li hemberî tarîtiyê.

Beşdarvanên Hêja;

Di sala 2014’an de hemû cîhanê bi çavek tazî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî gelê Sûrî û Iraq’ê, dîtin. Di heman demê de bûn şahidê lehengî, qehremanî û wêrekiya jin û ciwanên Kurd ên ku canê xwe li hember êrîşên çeteyên DAİŞ’ê kirin mertal. Bi taybetî tekoşîn û berxwedaniya jinên wêrek, tekoşînvan û şereşger bû nîşaneya dildariya bi hebûn, nasname, civak û xaka xwe re. Li hemberî, kiryarên DAIŞ’e yên xirakirin, talan û binpêkirina exlaqê civakî pêwîstî bi biryara şerê xweparastinê derkete pêş. Gelê me bi baweriya xwe, bi vîn û hêza xwe ya cewherî biryara vî şerî da. Em weke yekîneyên parastina jinê YPJ’ê di şert û mercekî wiha de derketin. DAIŞ’ê çavkaniya serkeftina xwe ya di vî şerî de, li ser tinekirina jinê dabû rûnişkandin. Me jî li hemberî vê hişmendiya kujer, got; yê ku DAIŞ’ê bi bin bixe jinên rêxistinkirî û dilwêrek in. Em bi vê bîr û baweriyê ketin çeperên cenga giran. Her çiqas tecrûbeya me ya şerkirinê, karanîna çek û teknîkê weke artêşên fermî nebe jî, lê me bi bawerî û hêviya xwe ya jiyana mezin şer kir. Me weke yekîneyên parastina jinê YPJ’ê, di hemû pêngavên şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de cih girt. Di nava yekîneyên parastina Gel, YPG’ê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de, me rola pêşengiyê girte ser milê xwe.

Me tecrûbeya şerê xweparastinê, yekemîn car, di sala 2013’an de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û komên din yên çete li Serê kaniyê, Cezaa û  Tilhemîsê  jiyan kir. Di kobanê de, li hemberî şerê giran yê ku hate meşandin, berxwedaniya dîrokî û destanî me bi hêza xwe ya cewherî meşand. Berxwedana Kobanê, bû destpêka şerê herî mezin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, her wiha bû destpêka şikandin û windakirina herî mezin ya çeteyên DAIŞ’ê. Serkeftina Kobanê, bi rihê, netewî yê gelê Kurd, bi hevgirtina ruhî ya gelên cîhanê hate bi destxistin. Şerê Kobanê, di pêşengiya jinên Kurd de rê li pêşiya hevgirtina ruhî û tekoşîna hevpar ya jinên cîhanê jî vekir. Bi berxwedana Kobanê re û bi lehengiya jinên weke Arîn’an re YPJ ji bo jinên sosyalîst, anarşîst û yên dijberî pergala kapîtalîst bû çavkaniya îlhamê û êdî jinên cîhanê berê xwe dan nava tekoşîna YPJ’ê. Êdî bi van tevlîbûnan re YPJ ji hêzeke herêmî derket û gerdûnî bû. Bi berxwedana Kobanê re, împaratoriya tirsê ya ku çeteyên DAIŞ’ê di şexsê xwe de li ser gelan ava kiribû û hewl dida mayînde bike li hemberî jinên tekoşer li Bahozê çong dane erdê. Li Kobanê, Şengal, Minbic, Tepqa, Reqa û Dêrazor’ê de Şerên giran hatin jiyan kirin. Me tola hemû jinên ku hatin kuştin, revandin, firotin, tecawûzkirin, îşkencekirin, di van pêngavên dîrokî de hilanî. Ev şer ne tenê şerekî çekdarî bû, hesap pirsîna herî mezin a dîrokî ji pergala derewîn ya mêrê serdest bû.

Me di vî şerê dîrokî û berxwedana destanî de, bi sedan şehîd dan. Bi sedan rêhevalên me gazî û birîndar bûn. Bi hezaran gelê me ji cih û warê xwe bû. Di sala 2014’an derdora 5000 hezar jinên Êzîdî, dîl ketin destê çeteyan û bi hezaran gelê me yê êzîdî, li ber çavê hemû cîhanê di wan çolan de pêxas, bê av, birçî bi rojan li ber xwedan. Ev berdêlên giranbiha yên ku gelê me bê teredût, pêşkêşî şoreşê kirin, ji bo me tenê yek ferman dida, ew jî di berxwedanê de îsrar kirin bû. Soza me da bû şehîdên xwe jî pêkanîna xeyal û hêviyên wan bû. Hêviyên şehîdên me têkbirina DAIŞ’ê û jiyaneke aram pêşkêşî gelan kirin bû. Me li keleha dawî ango li hêlîna çeteyên DAIŞ’ê, li Dêrazorê serkeftina dîrokî li ser navê tevahî mirovahiyê, diyarî hemû jinan kir. Şehîdên me, di van pêngav û şeran de barê herî zor hildan ser milê xwe. Ji ber wê em di şexsê hevrê Arîn, Rêvana, Îvana Hoffman, Hêlîn, Lêgerîn, Hebûn Ereb, Destan Tirk, Avêsta, Barîn û Amargî de, her wiha di şexsê herdû şehîdên dawî Gûneş û Amara yên ku li Dêrazor’ê şehîdbûn, em tevahî şehîdên şoreşê bi minet û rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Her hevrêyeke me bi fedakirina canê xwe yê pîroz nirxên mirovahiyê parastin û mîrasa tekoşîna hemû jinan ji nûve jîndar kirin.

Beşdarvanên bi rûmet;

Bêguman piştî têkçûna bejayî ya çeteyên DAIŞ’ê, hevsengiyên siyasî, leşkerî û dîplomatîk hatin guhertin. Êdî şêwazê şerê me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di rewşa heyî de hatiye guhertin. Em dibînin ku hewldana hêzên dagirker û desthiladar ewe ku careke din DAİŞ’ê bi hêz bikin. Çeteyên DAIŞ’ê, bi şêwaz û textîkên nû xwe weke şaneyên veşartî bi rêxistin kiriye. Şerê DAIŞ’ê çawa di sala 2014’an de li hemberî hemû mirovahiyê xeteriyeke mezin di nava xwe de dihewand, îro jî heman xeterî berdewam dike. Civînên li Astanayê, ku di pêşengiya Rusya, Tirkiyê û Îranê têne li darxistin, ne li ser esasê çareseriyeke aşîtiyane û mayînde ji bo gelên li Sûriyê dijîne. Berovajî vê, li ser bingehê dagirkirina herêmê û şikandina vîna gelan e.

Tekoşîna me bi îtîfaqa hêzên hevpeymanî re berdewam dike. Ji ber vê jî hêzên weke Tirkiye, Rêjîma Sûriyê, Rûsya û Îran ji vê tifaqê acizin. Lê em careke din ji hemû cîhanê re dibêjin, xeteriya DAIŞ’ê bi dawî nebûye. Ji bona vê jî wê tekoşîna me heta yek şaneyê çeteyên DAIŞ’ê û komên wekî wî hebin wê bidome. Ji bo em pergala demokratîk ya gelên Bakûr-Rojhilatî Sûriyê ava kiriye mayînde bikin, di warê parastina wê de çi dikeve ser milê me emê heya dawî pêk bînin. Di rewşa heyî de û li hemberî gefxwarin û tehdîdên li ser destkeftiyên gelên Bakûr-Rojhilatî Sûriyê emê weke YPJ xwe di qada rêxistin û parastina cewherî de xurtir bikin.

Gelên Bakûr-Rojhilatî Sûriyê bi awayekî demokratîk, di nav pergaleke bi hevre bûyî jiyan dikin. Jin di nava pergala heyî de, di serî de di qada parastinê de, qadên weke perwerde, rêxistinên civakî, aborî, siyasî û dîplomatîk de sazîbûna xwe ava kiriye. Weke yekîneyên parastina jinê YPJ, me li hemû deverên ku hatin rizgarkirin de, xwe bi rêxistin kiriye. Li cihên ku hîna jî xeterî lê heye, bi tedbîrên ewlerkariyê û lidarxistina operesyonên taybet tekoşîna me berdewam dike.

Li ser vê bingehê, bi wesîleya lidarxistina vê konferansê, em careke din dibêjin ku, hîna jî xeteriyên mezin li ser gelan û bi taybet, gelên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê hene. Ji bo ev êrîş û xeteriyên heyî werin bi dawî kirin, pêwîstî bi hevgirtineke gelên cîhanî û tekoşîneke hîna bi hêztir ya jinan heye. Hebûna DAİŞ’ê ji bo hemû cîhanê xeteriyeke mezin bû. Me bi şerê xwe fedekarî û berdêlên giran ji bo têkbirina DAİŞ’ê dan. Cîhanê hemû destek da şerê ji bo parastina mirovahiyê. Em îro jî dibêjin bila cîhan, dengê xwe li hemberî êrîşên dewletan yên ku dixwezin van destkeftiyan ji holê rakin bilind bikin û piştgiriya madî û manewî bidin. Êrîşên bi armanca dagirkirinê, yên li ser Efrînê li ber çavê hemû cîhanê pêk hatin û îro jî berdewam dikin. Ji bo ev dagirkerî careke din neyên jiyan kirin em bi hev re tekoşîna hevbeş bi hêztir bikin. Ji bo hemû nirxên mirovahiyê werin parastin, avakirina hişmendiya parastina cewherî, erka herî sereke ye. Jin û civak ancax bi vî rengî dikarin hebûna xwe li ser piyan bihêlin. Em weke YPJ’ê, bang li hemû jinên rojhilata Navîn û Cîhanê dikin û dibêjin, em bi hev re xwe bi rêxistin bikin û parastina cewherî ji bo hebûna xwe ava bikin.

Em careke din spasiyên xwe ji hemû beşdarvanan re pêşkêş dikin û mêvanên ku ji her qadê hatine vê konferansê silav dikin.

Rojda Felat

Silav û Rêz…