Yekîneyên Parastina Jinê

Li Îtalya Konferansa Bi Navê Konfederalîzma Demokratik Bi Dawî Bû

44

Ji nûnerên ku ji Rojava Kurdistanê tevlî bûne Rojda Felat roja sêyemîn a konferansê de li ser tekoşîna YPJ’ê û pergala parastinê axivî. Rojda Felat wiha got; “konferans roja sêyemîn li ser çar xalan hate lidarxstin. Di runiştina yekem de rewşa jin, di nav civakê de û rêxistinkirina wê, Jineolojî û xweparastin hatin destgirtin. Ji pir aliyê cîhanê profesor tevlîbûn û wan jî nêrînên xwe li ser femînizim û ji bo tevgerên jinan anîn ziman. Her wiha me bi berfirehî li ser sedem, şert û mercên avakirina YPJ’ê nêrînên xwe parve kirin. Armanca tekoşîna YPJ’ê û hemû hêzên parastinê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê çibû, erk û berpirsyariyên me yê ji bo dema pêş çine hatin vegotin. Di vê konferansê de careke din derket holê ku ne civakeke, ne gelek û ne jî jin dikarin bê parastin hebûna xwe berdewam bikin.

Gefxwarinên li ser destkeftiyên gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi destxistine hate destgirtin. Ji bo parastina van destkeftiyan ji tevahî cîhan û kesên sosyalîst çi berpisyarî tên xwestin hatin ziman. Her wiha ji bo aramiya qadên ji bin destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin were mayînde kirin pêwîstî bi piştgiriyeke navnetewî heye hate ziman.

Rojda Felat