Yekîneyên Parastina Jinê

Ji Raya Giştî Re

145

Tevahî gelên li Sûriyê dijîn, ji sala 2011’an ve şahidiya şerekî herî giran û xedar kirin. Komên çete yên li ser navê cuda derketin, hovîtiyên herî mezin li ser hemû kesîmên civakê pêşxistin. Bê ku cudahiya çinayetî, mezhebi, olî, ziman, çand û netewan were kirin, van komên çete êşên giran bi tevahî civaka Sûrî dan kişandin. Çeteyên DAIŞ’ê di navbera salên 2011-2014’an de bi dehan, bajar, navçe, gund û mezre dagir kirin. Ev dagirkirina ku bi hovîtiyeke mezin çêbû, bû sedem bi sedhezaran, gel ji cih û warê xwe koçber bibin. Li hemberî hovîtiya herî mezin ya vê serdemê Keç û xortên ji hemû civakên li ser axa Sûriyê dijîn biryara parastina welat û nirxên mirovahiyê dan. Ev, biryar û berpirsyariyeke dîrokî bû. Ev biryar li ser navê tevahî mirovahiya ku di parastina nasnemeya xwe de bi îsrare hate girtin. Ev biryara dîrokî, bi bawerî, cesaret, hêvî û vîna gelan hate girtin.

Me weke hêzên parastina tevahî gelên Sûriyê û weke hemû gelên li herêmê dijîn bersîva ku da van êrîşan, şerê parastina rewa bû. Şerê ku me li hemberî hemû komên çete meşand, li ser bingeha hişmendiya mafê xwe parastinê bû. Şervanên me di hemû sengerên şerê hate meşandin de, ev maf bi fedekarî û kedeke bêhempa bi cih anîn. Gelê me bê dûdilî, bê hesap ewladên xwe diyarî hebûna şoreşa azadiyê kirin. Me di oxira mafê xweparastinê de bi hezaran şehîd, birîndar û Gazî dan. Ev ji bo tevahî gelên Sûriyê cihê rûmet û serfiraziyê ye. Ji bo tevahî mirovahiyê jî hêvî û serkeftineke bê hempa bû.

Gelên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayî Kurdistanê, ji roja ku biryara bi xwe, xwe parastin dan û pêve, dewleta Tirk bi her cûre êrîşan hewlda şoreşa gelan tune bike. Bi dehan caran îspat bû ku dewleta Tirk destekê dide çeteyên DAIŞ’ê. Di gelek dîmen û belgenameyan derket holê ku Dewleta Tirk desteka çekan, lojîstîk, kadro û hwd dide çeteyên DAIŞ’ê.

Bi têkbirina rêxistina herî mezin ya terörî çeteyên DAIŞ’ê re dewleta Tirk di bin navê sedemên cuda de êrîşî destkeftiyên gelê me kir. Êrîş û dagirkirina Efrînê û her wiha dagirkirina dewleta Tirk ya deverên cuda Sûrî nîşan dide ku dewleta Tirk di kurkirina alozî û dirêjkirina şerê li Sûrî de bi îsrar e. Armanca dewleta Tirk, dagirkirin û tunekirina destkefiyên gelê me ye. Dijminahiya dewleta Tirk, di şexsê gelê Kurd de, dijminahiyeke li hemberî tevahî gelên Bakûr-Rojhilatî Sûriyê ye.

Dewleta Tirk, bi van êrîşên zemînên nû ji çeteyên DAIŞ’ê re vedike û hewl dide temenê van koman dirêj bike. Em van êrîşkariyên dewleta Tirk û kesên destek dide bi tu awayî qebûl nakin. Cîhan hemû armanca êrîşên dewleta Tirk li ser Bakûr-Rojhilatî Sûrî çiye, baş dizane. Ji bona wê em dibêjin di serî de rêxistinên mafê mirovan, sazî û kesên demokrat, yekîtiya Awrûpa û neteweyên yekbûyî pêwîste li hemberî dewleta tirk helwesteke tund dest nîşan bikin. Her kesê ku ji vê êrîşa dewleta Tirk re bê deng bimîne ew hevkarê dewleta Tirk e.

Li ser wê esasê, em ji tevahî cîhanê re careke din dibêjin, Tu armanceke me ya hedef girtina dewleta Tirkiyê tune ye. Lê eger dewleta tirk di êrîş û digirkeriyê de bi îsrar be, em ê jî heya dawî mafê xwe yê parastinê bi kar bînin. Em ji her cûre êrîşa ku bi ser me de werê re jî amade ne bersîva pêwîst bidin.

Li ser vê bingehê em dibêjin gelê me çawa di demên borî de ked û fedekariyên mezin nîşan da wê îro jî bi heman berpirsyarî tevbigere û bi rihekî berxwedêr bersiva pêwîst bide dewleta Tirk. Em bang li hemû netewe, nasname û baweriyan dikin bi rihekî hevgirtî milê xwe bidin hev û dengê xwe li hemberî van êrşên dewleta Tirk bilind bikin. Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk, rol û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê ciwanan. Em di wê bîr û baweriyê da ne ku hemû ciwanên me bi vê hişmendiyê û bi sekneke şoreşgerî tevbigerin û berê xwe bidin eniyên berxwedanê û sengerên tekoşînê.

Di dawî de em careke din dibêjin, em weke hêzên parastinê, amade ne welatê xwe, nirx û destkeftiyên gelê xwe biparêzin. Ger di oxira vê parastinê de berdêla wê canê me bê jî em amade ne di ber gelê xwe de feda bikin.

Meclîsên Leşkerî Yên Herêma Cizîrê