Yekîneyên Parastina Jinê

Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re

40

Berfirehiya encamên êrîşên artêşa dagirker a Tirk li ser Rojava û Bakurê Suriyê roja 11’ê cotmehê

Di roja sêyemîn ya berxwedana dîrokî de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê seranserî Bakurê Suriyê û Rojava bi dijwarî êrîşî gelê me dike. Berfirehiya berxwedana dirokî bi vî awayî ye;

GIRÊ SPÎ:

Di navbera Slûk û Girê Spî de şerên pir giran qewîmîn û dijmin bi tevahî teknîka xwe li ser herêmê dide şixulandin û du gundan de (Til findir û Yapsê) şer berdewame. Di encama şer de 11 çete hatin kuştin. Du hevalên me şehîd ketine û 5 hevalê me birîndar bûn.

SERÊ KANIYÊ:

Di roja sêyem ya berxwedanê de şervanên me li Serêkanî şerên giran ji bo şikandina dorpêçê berxwedanek mezin dikin.

Di encama şerê dijwar yê li herêmê de nêzî 94 çete hatin kuştin û 80 birîndarên wan çêbun. Herwiha di gundên (Til Helef – elezîziyê – Til erqem – Xirbet Benat – Til Xenzîr – Diwêra) de şer û pevçûn berdewame.

Di van şer û pevçûnan de 20 şervanên me şehîd bûn û 24 şervanên me ji birîndarbun. Heman demê  seyareya zirxî a bi cureya BMB yê dijmin hatiye rûxandin û çeteyên di hindir de hatine kuştin.

KOBANÊ:

Di encama êrîşa sekvanî ya şervanên me de leşkerek hatiye kuştin. Herwiha artêşa dagirker a Tirk gundê Elî Şar topbaran kir. Di bersivdayîna şervanên me de leşkerek hat kuştin û qerqola dijmin bi cebilxaneya xwe ve hat rûxandin.

AMÛDÊ:˙

Di demê nîvro de bajarê Dirbêsiyê û Amûdê hatiye topbaran kirin. Di encamê de hevalek me şehîd ketiye û 2 endamên erka xweparastin birîndar bûn. Li ser bersivdayîna şervanên me qereqola sînor hat şewitandin û seyareya zirxî cureyê BMB  hat rûxandin.

 

QAMIŞLO:

Êrîşên dijmin yên li ser sînorê bajar berdewamin û bi bersivdayîna şervanan ew êrîş hatine şikandin. Heman demê de li gundê Sêgira seyareyekî yê dijmin hat şewitandin û gelek ji wan hatin kuştin.

Di encama êrîşa balefira keşfê ya li ser sînor hemwelatiyên me yên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Li aliyê din bi êrîşên topbarana hawanan de 6 şervan û gelek sivîl birîndar bune.

Li navenda bajarê Qamişlo kêleka xwaringeha Omerî êrîşek xwekujî bi wesayîtan pêk hat di encam de şehîd û birîndar hene û gelek ziyanên maddî çêbun. Ev êrîş ji aliye çeteyên DAIŞ ve pêkhatiye.

DÊRIK:

-artêşa Tirk li Dêrîkê xwest sînor derbaz bike, di encama wê de şer û pevçûn li gundê Qesir dîb rûda  û 6 leşker hatin kuştin û 23 birîndar bun. Di berdewamiya şerên dijwar de li gundê Delavê Kera seyareyek leşkeri hat ruxandin û piştî wê jî gund dan ber topan.

Di navbera şervanên me yên li gundê Carudiyê û leşkerên artêşa dagirker a Tirk  yên li qereqola gundê Babîla yê girêdayî Cizîra Botan de şerek dijwar bi çeken giran rûda.

– doh di danê nîvro de li beramberî gundê Banûkiyê qereqola dijmin bu armanca şervanên me û di encamê de qereqol hat şewitandin, 6 leşker hatin kuştin û 21 birîndar bun.

-Di dane êvarî de li beramberî gundê Dêrika Beravî şervanan nuqteyek dijmin û seyareyek dijmin şewitandin.

Di şerê roja 11’ ê cotmehê de artêşa dagirker a Tirk li seranser sînor bi hemû hêza xwe ta teknîkî, balefirên keşfe, balefirê şer û topbarana obûs, hawan û tangan de xeta sînor û bajar bi giranî hatiye armanç girtin û bi dijwarî lêdane.

Di encama vê de berxwedaniya şervanên me mezin bûye û bi giştî 118 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 90 çete ji birîndar bûn.

Bi giştî 23 şervanên me şehîd ketin û 37 ji birîndar bûn.

Navenda Ragihandina QSD

12 Cotmeh 2019