Yekîneyên Parastina Jinê

Ji Raya Giştî Re

24

 

Hêzên me li ser biryara agirbestê a duh, di dîroka 17ê Cotmehê seet di 22:00an şûn de li hemû qadên şer derbasî rewşa parastinê bûne. Ji bilî bersivdana êrîşên ku hatin li ser me, yekîneyên li tu qadeke şer an jî herêmên dagirkirî neketine nav hewlên çalakiyan. Ruxmê biryarê jî êrîşên artêşa dagirker a bi top û balafirên bê Mirov û êrîşên komên çete yên tacîzê li eniya Serêkaniyê tu caran ne rawestiya ye. Di van êrîşan de, ji seet 22:00an heya niha, 13 şervanên me; di êrîşên hewayî yên li ser gundewarên Serêkaniyê jî 5 welatiyên sîvîl şehîd ketin.

 

Em bang li hemû kes û taybet jî li aliyên agirbestê dikin ku li gor çarçoveya agirbestê tevbigerin. Em aşkere dikin ku hêzên me wê mafê parastina rewa li hember êrîşan bi kar bîne û bersiva êrîşan bide.

 

Berdevkê QSD Kîno Gabriel

18 Cotmeha 2019