Lezgîn:
Gelê herema Cîzîrê, gelek rojnamevan û nivîskar jî di nav de ji bo koorîdorek mîrovî ji brîndar û şehîdên Berxwedana Rûmetê re ava bikin berê xwe dabûn Serê Kaniyê. Konvoya sîvîlan beriya ku bigîhîje Serê Kaniyê 2 km sekînin û daxuyaniyek ji bo raya giştî dan.
Konvoya sivîlan gihîşt gundê Mişrifa a giredayî Serê Kaniyê. Li wir 5 cenazeyên sivilan ê ku berê balafiren şer li wan dabu ji xaniyan hatin derxistin.
Di van kêlîyan de di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê, li gûndê Babilxêr a di navbera Serê Kaniyê û Dirbesîyê de şer û pevçun dijwar e.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
Serê Kaniyê -18.10.2019