Yekîneyên Parastina Jinê

Li Hacizê Di Navbera Serêkaniyê Û Tiltemir De Şer Girane

19

Lezgîn:

Di van kêliyan de li Serêkaniyê balafirên şer digerin û her wiha balafira keşifê bê navber li ser bajêr diger. Di cepha Rojava û Rojhilat de şer û pevçûn berdewam dike. Li ser hacizê di navbera Serêkaniyê û Tiltemir de şer û pevçûnên giran hene. Leşker û çeteyên dewleta Tirk ya dagirker hewldidin ku wê rêyê bigrin ta ku têkilî ji bajêr were qutkirin. Dîsa li Sawama Eliya şer û pevçûnên giran hene.

 Navenda Ragihandina YPJ’ê

15.10.2019-Serêkaniyê