Yekîneyên Parastina Jinê

Ronahî û Sara Bûn Sembola Rihê Welatparêzî û Dilpakiya Hevaltiyê  

308

Em di kesayeta rêheval Ronahî û Sara de ku bûn sembola dilpakiya hevaltiyê û bûn evîndarê tekoşîna gelan, şehîdên şoreşa mirovahiyê û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê bi minetdarî bi bîrtînin. Em di şexsê malbatên herdu hevalên xweyî hêja de sarsaxî ji tevahî gelên Bakûr-Rojhilatî Sûriyê û tevahî jinên tekoşînvan re dixwezin. Em careke din li hemberî mezinbûn û berxwedaniya herdu rêhevalan soza domandina tekoşînê didin.

Berxwedana Rûmetê, ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, çeteyên wê El Nusra û DAIŞ’ê bi fedekarî, ked û biryardariya şervanên vê xaka pîroz berdewam dike. Li hemberî hovîtiya herî mezin ya vê serdemê ku dewleta Tirk pêşengiya wê dike. Îro jinên di parastina nirxên mirovahiyê de bi îsrarin duh li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, îro li hemberî faşîzma Erdogan li ber xwe didin. Heval Ronahî û Sara bi rihê pêşengiya demê bûn sermbolên Berxwedana Rûmetê. Ew bi vîn û biryardariyeke xurt li hemberî dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk sekinînin.

Heval Ronahî, di temenê xwe yê ciwan de ji bo bibe ferdeke dilpak ya doza gelê xwe berê xwe da nav şoreşa gelan. Di nav malbateke welatparêz û xwedî berdêlên giranbiha de mezin dibe. Bi hişmendiya, jiyana azad diyarî jinan û gelan bike têkoşiya. Di nav salên dirêj yê tekoşînê de, bi dilpakî, girêdana hevaltiyê timî di jiyana xwe de bû mînak ji rêhevalên dorhêla xwe re. Gelek taybetmendiyên jinên şoreşger û tekoşînvan di kesayeta xwe de ava kiribû. Bi vê sekna xwe bû kedkara mezin, li ser xaka kevnar ya xwedawandan lê jiyan kiribû, Tilhalef.

Hevrê Sara, xwedî heman serpêhatî bû. Rêheval Sara li ser xaka bi bereket ya ku bihust bi bihust bi keda jinan hatibû xweşik kirin li Bajarê Efrînê mezin dibe. Di nav malbateke kedkar û welatparêz de jiyan dike. Ew di şopa hevrê û birayê xwe yê şehîd de bû pêşeng û tekoşînvan gelê xwe. Ji salên dest pê kê yê şoreşê de beşdarî nav refên me bû. Di hemû şer û pêngavan de cihê xwe girt. Di pêngav û şerê li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe girt. Di şerê li Efrîn û Şehbayê de cih girt, bi cesaret û fedekariya xwe bû mînaka rihê berxwedêr. Tevî ku di şerê li Şehba, yê li dijî Cephet-El Nusra de çavekî xwe winda kir lê qet rojek ji bo xwe nekir asteng li pêşiya tekoşînê. Îro li hemberî heman çeteyan li Girê Spî di çeperên pêş yê berxwedanê de cih girt tevlî nav karwanê şehîdan bû.

Ev ezmûna jiyana azad û biryardariya herdu rêhevalên me di tekoşîna xwe de nîşan daye ji bo me çavkaniya domandina tekoşîna azadiyê ye. Em li hemberî şehadeta van herdu rêhevalên xwe careke din dibêjin wê keda şehîdan ji bo me her tim bibe hêvî û baweriya bi serkeftinê. Ji bo em bîr û baweriya şehîdên xwe bi cih bînin, çi ked û fedekarî ji niha û pêve were xwestin em amade ne pê rabikin. Soza me dabû Arîn, Rêvana, Sozdaran, Barîn û Avêstayan em îro di şexsê hevrê Ronahî, Sara û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê nû dikin û dibêjîn wê tekoşîna şehîdên me daye bi serkeftinê bê tacîdar kirin.

Li ser wê bingehê em careke din di şexsê herdu rêhevalan de, şehîdên tekoşîna azadiyê û şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîrtînin. Ji tevahî gelê me, mirovahî û malbata herdu hevalan re sersaxî dixwezin.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ye:

 

Nasnav: RONAHÎ GEWDA

Nav û Paşnav: CEYLAN AŞKAN

Navê Dayîk: REMZİYE

Navê Bav: İSLAM

Cih û Dîroka Şehadetê: 11.10.2019 /SERÊ KANIYÊ

 

Nasnav:  SARA TİREJ

Nav û Paşnav: SAKİNE MIHEMED

Navê Dayîk: HENİFE

Navê Bav: XALID

Cih û Dîroka Şehadetê: 13.10.2019 / GIRÊ SPÎ

 

Fermandariya Giştî A YPJ’ê

01.11.2019