Yekîneyên Parastina Jinê

Ji Bo Raya Giştî Ra

21

Encamên şer û berxwedana 24emîn li rojavayê Kurdistan û bakûrê Sûriyê

 Ebû Rasen – Til Temir

Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve li gundên Ing el-Hewa, Til Mihemed, Ezîziyê, Cemilîyê, Mehmûdiyê, Tewila û herwiha li bajarokê Ebû Rasen bi piştevaniya çekên giran û hejmarek zêde çete êrîş birin li ser herêmên sîvîl hewl dan ku dagirkeriya xwe berfireh bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de pevçûnên giran qewimîn. Di encama pevçûnan de hejmarek zêde ji çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin û brîndarkirin, panzerek hate rûxandin û yek hate derbkirin. Dîsa li gundê Erbe’în dema komên çete xwestin êrîş li dar bixin hêzên me bersiva êrîşan dan û di encam de 7 çete hatin kuştin, 4 brîndar bûn.

Kobanî û Eyn Îsa

Li gundên Alarîda, Xirbet Faris û Ebû Dihûr artêşa dagirker û komên çete xwestin êrîş li dar bixin. Hêzên me ebrsiva êrîşan dan û di encam de êrîş hatin şikandin. Di encam de 5 çete hatin kuştin, seyareyek leşkerî û maşîneyek kar hatin rûxandin.

Bi giştî di bersivdana hêzên me de herî kêm 12 çete hatin kuştin, 4 hatin brîndarkirin û 3 seyare hatin rûxandin.

Di vê berxwedanê de hejmarek hevalên me brîndar bûn.

Navenda Ragihandina QSD

2ê Mijdara 2019