Yekîneyên Parastina Jinê

Deniz Soran: Hêza Me Ji Hevaltî Û Baweriya Me Tê 

26

Şervana YPJ’ê Deniz Soran, ya ji Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê ye, cihê xwe di eniya Berxwedana Rûmetê de digre axivî got; “Ez bi hêza me bawerim ku em ê di vê şerî de bi serbikevin.”

Berxwedana Rûmetê di roja 28 emîn de berdewam dike. Şervanên YPJ-YPG-QSD’ê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, çeteyên wî El Nusra û DAIŞ’ê berxwedaniyeke dîrokî dimeşînin.  Di serî de gelê Kurd yê li her derê jiyan dike, her wiha sazî û dazgehên cîhanê xwedî li şoreşa mirovahiyê derdikevin.  Şervana YPJ’ê bi heman ruhî cihê xwe di çeperên herî pêş yê berxwedanê de digre.

Şervana YPJ’ê Deniz Soran, li gundê Tilwerd yê girêdayî navçeya Zirgane di çeperên berxwedanê da ye axivî û bi van gotinan biryardarî û hêviya xwe ya bi serkeftinê anî ziman; “şerekî pir giran heye. Armanca vê şerî tinekirina nirxên mirovahiyê ye. Lê em bi hêza xwe bawerin em ê di vê şerî de bi serbikevin. Tolhildana hevalên xwe bi tenê dikarin bi destxistina  serkeftinê hilînin. Di cephe da hevaltî û alîkarî dayîna hev ji bo me her tiştî îfade dike.  Mirov nikare terîfa moral, coş û kelecana heval niha li vir jiyan dikin bike. Ez weke kes dibêjim em heya dawî jî şer bikin lê dev ji welat û xaka xwe bernadin. Heya em jiyana netewa demoratîk ji bo gelan mayînde bikin em ê tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Navenda Ragihandina YPJ

Tilwerd-06.11.2019