Yekîneyên Parastina Jinê

Emê Heta Dawiyê Li Gel Şervanên Xwe Bin

254

Dayîka bi navê Hemdiya Silêman Mihemmed ji bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê , dibêje ku “em rê nadin Erdoxan û çeteyên wî  axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin. “

Hêrs û kîna gelê herêmê ji bo dagirkeran her roj zêde dibe. Gelê Rojavayê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Erdoxan  bi biryardarî û vînekî mezin disekinin. Ji 7 salî heta 70 salî li hemberî dagirkeriyê berdekên gel yên mafdar pêş dikevin. Bi taybet jî dayikên ku zarokên xwe ji bo serxwebûna welat şehîd dane, bi çek û rext xwedî mîrateya zarokên xwe derdikevin û diyar dikin ku: “Berdel çi dibe bila bibe emê welatê biparêzin,  ji ber ku me li ser vê axê xwîna zarokên xwe rijandiye.”

Dayika ya bi navê  Hemdiya Silêman Mihemmed jî di derbarê dagirkirina Bakur-Rojhilatê Suriyê de wiha nirxand:” Erdoxan ji me dixwaze ku em çekê xwe  deynin. Ew jî tê wê wateyê ku em rûmeta xwe radestî wî bikin lê  emê xwedî Li rûmeta xwe derbikevin. Em weke gelê Bakur-Rojhilatê Suriyê, me xwîna xwe li ser vê xakê  rijandiye. Me ji bo vê xakê  keç û  xortên xwe şehîd dane.

Me Soz Daye Ku Em Serî Netewînin

Em ser axa xwe ne û em axa Xwe bernadin. Emê li hemberî dagirkeriyê bi şervanên QSD’ê û YPJ’ê re mil bi mil şer bikin. Şervanên  QSD’ê hemû zarokên me ne û xwîna xwe li ser vê axa pîroz dirîjînin  ji ber vê yekê jî  heta dawiyê  emê berxwe bidin û şer bikin.  Me soz daye ku em serî natewînin, emê vê axê ji dijiminên qirker û dagirker re nehêlin. Erdoxan û çeteyên wî bi çi dixwezin êrîş bikin, bila bikin lê em ji wan natirsin.

Dayika Hemdiya Silêman Mihemmed axaftinên xwe wiha bi dawî kir:”Emê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin û keda ku wan ji bo welat daye emê ji bîr nekin û Şehîd Namirin. ”

  Navenda Ragihandina YPJ’ê

 6/11/2019