Yekîneyên Parastina Jinê

Ji Raya Giştî Ra

17

Encamên şer û berxwedana roja 28emîn li rojavayê Kurdistan û bakêrê Sûriyê

 Til Temir

Artêşa dagirker û komên çete êrîşên xwe yên bi çekên giran û êrîşên hewayî li ser gundewarên Til Temir domandin. Artêşa dagirker gundên Menacîr, Ehras û Erîşa bi balafirên bê mirov bi dehan caran hedef girt, herwiha bi çekên giran êrîş bir ser van herêman. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bi awayeke tund bersiva êrîşan dan û li gundên Ehras û Menacîr komên çete kirin hedef. Di encam de herî kêm 12 çete hatin kuştin.

Ebû Rasen

Hêzên me weke bersiva êrîşên artêşa dagirker li ser gundên Xeşîm Zirgan, Ing el-Hewa û Til el-Hemîd komên çete kirin hedef û lê dan. Di encama bersiva şervanan de herî kêm 9 çete hatin kuştin. Dîsa li vê herêmê tangek hate rûxandin û BMPyek hate derbkirin.

Eyn Îsa

Artêşa dagirker bi obus û tangan li gundên Genterî û Şêrdiradê topbaran kir. Hêzên me bersiva van êrîşan dan. Komên çete piştî nîvro êrîş birin ser herêma el-Nasiriyê û li wir di navbera hêzên me û komên çete de pêvçûnên giran qewimîn. Di encama van şeran de 6 çete hatin kuştin.

Di şerê roja 28emîn de herî kêm 27 çete hatin kuştin, BMPyek, tangek û seyareyek leşkerî hatin rûxandin.

14 hevalên me di vê berxwedanê şehîd ketin û 13 hevalên me brîndar bûn.

Navenda Ragihandina QSD

6ê Mijdara 2019