Yekîneyên Parastina Jinê

Ji Raya Giştî Ra

19

Encama şer û berxwedana roja 30emîn li rojavayê Kurdistan û bakûrê Sûriyê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ruxmê li herêmê hevpeyman hatin li dar xistin, lê belê cardin bi hemû hêza xwe ya teknîkî ji bejahî û hewayî ve li seranserê sinorê Rojava, bakur û rojhilatê Suriyê êrîşên xwe yên dagirkirin û qirkirinê didomîne herwiha hevpeymanan binpê dike.

Eniya Til Temir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe ji bejahî û hewayî bi balafir û çekên giran domandin.

Eniya Ebû Rasên
Artêşa dagirker û çeteyên wê bi tang û çekên xwe yên giran êrîşeke li ser gundê Til Mihemed li dar xistin.

Eniya Eyn Îsa
Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi çekên giran û tangan bi dijwarî êrîşên gundên Xirbet Faris, Şergirakê, Zenûba, Mesûdiyê, Dibis, Xirbet Kerem, Qiz Elî, Kefîfa û Webdê kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan êrîşan û pêvçûnên dijwar qewimîn. Di encama bersivdanê de li nêziki rêya M4 ya navdewletî 2 seyareyên leşkerî, seyareyek doçka barkirî û tangek hatin rûxandin. Herwiha 13 çete û leşker hatin kuştin, 19 ji wan jî brîndar bûn. Di heman demê de tangek hat derb kirin, 3 çek û rextek jî hatin desteserkirin.

Bi giştî di encama êrîş û bersivdayîna hêzên me de 13 çete û leşker hatin kuştin, 19 ji wan brîndar bûn.

Di vê berxwedanê de 12 hevalên me şehîd ketin, 7 hevalên me jî brîndar bûn.

Navenda Ragihandina QSD
8
ê Mijdara 2019