Yekîneyên Parastina Jinê

Hevrê Nûpelda Ji Bo Parastina Nirxên Şoreşa Jinê Têkoşîn Kir  

206

 

Em di kesayeta rêheval Nûpelda de, şehîdên Berxwedana Rûmetê û tevahî şehîdên azadiyê bi bîrtînin. Ji gelê me û malbatên hevrêya me re sersaxî dixwezin. Em careke din soza xwe li hemberî mezinbûna berxwedana şehîdên me nû dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî yê kujer, ji 9’ê Cotmehê ve êrişekî dijwar li ser gelê me û çeperên me yê parstinê pêşxistin. Ev êrişa bi armanca dagirkerî û qirkirinê bi her awayî berdewam dike. Her rêhevaleke me ji bo li pêşiya vê dagirkeriyê bibe bendek ya parastinê bi hemû fedekarî tevlî berxwedana rûmetê bûn. Her şervan û fermandareke me bi bawerî û hêviya ku ewê bi berxwedanê, parastina welatê xwe bikin li pêşiya dagirkeriyê sekinînin. Em li hemberî ked û fedekariya şehîdên xwe her tim dêndarin. Şehadet, rastiya ebedî û mertebeya heyîna jiyana azad e. Hevrê Nûpelda, bi rihê pêşengiyê di şerê berxwedana Rûmetê de bû mînak û sembola jiyana azad.

Rêheval Nûpelda, di şoreşa azadiyê de ji bo hevalên xwe bû xwedî ked û hewldanekî mezin. Di fermandariya alaya xweser ya şehîd Zîlan de cihê xwe digirt. Ji bo ezmûniya xwe ya şer û jiyanê bide hevalên derdor her tim di nava ked dayînê de bû. Ji bo ji pirs, hêvî, bawerî û keda jinê û gelê xwe re bibe bersiv her tim di nava lêgerînê de bû. Bi rihê berpirsyartiya ji vê demê tê xwestin tevgeriya. Heval Nûpelda bi vê sekna bibiryar berê xwe da Serê Kaniyê û di çeperên berxwedana rûmetê de cih girt. Di şexsê hevrê Nûpelda û rêhevalên me yê li Serê Kaniyê şehîd bûn de me careke din berdêla avakirina jiyanek azad çiqas zehmete dît. Van rêhevalên me di vê dema dîrokî de xwe xistin bin vê barê giran yê tekoşînê. Ev fedekariya hevalê meyî şehîd nîşan da ye, ji bo me fermana mezinkirina tekoşînê ye. Biryardariya heval Nûpelda û hevalên meyî ku di vê berxwedana rûmetê de şehîd bûne biryardariya di parastina xaka xwe de îsrarkirine.

Me weke YPJ’ê di her pêngava tekoşîna azadiyê de rêhevalên hêja winda kirin. Ji şerê destpêkê yê Serê Kaniyê di 2013’an de û heya Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrezor, Efrînê û îro li Serê Kaniyê û Girê Spî me bi dehan hevalên xweyî şehîd spatin vê xakê. Ev xak êdî xaka şehîda ye. ji bo wê em dibêjin pêwîste em hem weke gel û hem jî weke şopdarên xeta şehîdan vê xakê weke çavê xwe biparêzin. Me çawa heya niha parast û di oxirê de berdêlên giranbiha dan em îro jî bi heman berpirsyariyê di eniyên parastinê yê herî pêş de cih bigrin. Hêvî û baweriya şehîd Nûpelda û hemû şehîdan ji me eve. Pêkanîna hêvî û baweriya şehîdan wê me misoger bighîje jiyana azad.

Li ser wê bingehê em careke din di şexsê şehîd Nûpelda de tevahî şehîdên şoreşa azadiyê û şehîdên berxwedana rûmetê bi bîrtînin. Ji malbata şehîd Nûpelda, gelên azadîxwaz û gelê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê re sersaxî dixwezin. Em careke din li hemberî mezinbûna şehîdên xwe soza domandina rêya wan nû dikin.

Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: NÛPELDA BAGOK

Nav û Paşnav: SONGUL MIHEMED

Navê Dayîk: ZELÎXA

Navê Bav: MIHEMED

Cih û Dîroka Şehadetê: 18.10.2019 /SERÊKANIYÊ

 

Fermandariya Gişî A YPJ

11.11.2019