Yekîneyên Parastina Jinê

Şehîd Yıldız Turkmen: Ez Ji Bo Naskirina Nasnameya Xwe Beşdar YPJ’ê Bûm

29

Şervana bi navê Yıldız Taner ya bi eslê xwe Turkmen bû, di Berxwedana Rûmetê de li eniya Eyîn Îsa şehîd bû, di hevpeyvînekê de armanca tevlîbûna xwe bi van gotinan aniye ziman; “Ez ji bo naskirina mafê xwe beşdarî YPJ’ê bûm.”

Şervana YPJ’ê ya bi eslê xwe Turkmen bû, di sala 2017’an de ji Helebê beşdarî nav refên YPJ’ê dibe. Ew piştî ku perwerdeya xwe ya şervanên nû dibîne, dixweze biçe alayên şervanan yên xweser. Li ser daxwaza xwe derbasî alaya xweser ya bi navê şehîd Viyan Kobanê dibe.

‘Lêgerînên min ez anîm nav rastiya tekoşîneke wiha bi hêz’

Yıldız, di hevpeyvîneke par pêre hatiye kirin de bi van gotinan behsa tevlîbûn xwe ya nav refên YPJ’ê dike û çûyîna xwe ya alaya xweser wiha pênase dike;” Zanebûna min li ser rastiya tekoşîna YPJ’ê tinebû. Kêmek be jî min şerê wan li hemberî çeteyên DAIŞ’ê meşandî bihîstibû. Min şervanên jin yên Kurd di şerê Helebê jî dîtin. Ev bandora xwe li ser min kir ez biryar bidim beşdar bibim. Lêgerînên min ez anîm nav rastiya tekoşîneke wiha bi hêz.”

‘Alaya xweser ji bo min bû çavkaniya xwe naskirinê’

“Armanca hatina min a alaya xweser perwerdeyekî hîn xurttir, zelaltir û bi wate dîtin bû. Min li vir mafê jinê fam kir. Ez dema hevaleke jin dibînim di heybet, axaftin û sekna wan de mafê jin hîn bêhtir nasdikim. Em li vir bi hevre jiyaneke hevpar dijîn, ev ji bo min cihê kêyfxweşiyê ye. Kêmek be jî min hinek rastiya Rêber APO nas kir, ka bê çiqas nireke mezin dide tekoşîna jin. Her wiha gelek ked ji bo jinan daye. Pêwîste mirov bixwîne û baş fam bike. Ez bawerim ger em di van qadên xweser de xwe fam bikin, xwe îfade bikin em karin pêşengiyê bikin. Min jî weke jinek Turkmen xwest ez mafê xwe bizanibim, ev der ji bo min naskirinê zemînekî bi hêze. Dawî de ji bo giştî jinan dibêjim ku jin pêwîste mafê xwe bizane û ji bo wê şer bike û tekoşînê bide meşandin.”

Şervana YPJ’ê Yıldız, piştî ku dewleta dagirker di 9’ê Cotmehê de êrişî ser xaka Bakûr-Rojhilatê Sûriyê kir, li eniya Eyîn Îsa, cihê xwe di Berxwedana Rûmetê de digre. Di 19.Cotmehê de, encama dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî ya li ser xeta derdora Eyîn Îsa û Girê Spî de şehîd dikeve.

Nasnav: YILDIZ TANER

Nav û Paşnav: RUQİYE HİSÊN MİHEMMED

 Cih û Dîroka Şehadetê: 19.10.2019 /Eyn Îsa

Navenda Ragihandina YPJ