Yekîneyên Parastina Jinê

Bermal Dilgêş: Li Serê Kaniyê Rihê Berxwedanê Bi Serket

31

Di nava her dîrokekê de berxwedanî xwe nû dikin. Doh berxwedaniya Serdemê bû îro jî bi Berxwedana Rûmetê carekedin gelê Kurd li kêleka şervanên xwe dengê xwe li dîrokê belav kir.

Şervana YPJ’ê Bermal Dilgêş ku ji roja destpêkê de cihê xwe di nava Berxwedaniya Rûmetê de girtiye wiha behsa çîroka xwe û berxwedaniya Rûmetê dike.

Di 9’ê Cotmehê de destpêkirina êrîşên li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûrî Berdewamiya komployê ye. Di vê mehê de û di vê rojê de êrîşên gelek mezin li ser gelê Kurd hatine kirin. Dewleta Tirk her demê digot ku emê êrîş bikin û di 9’ê Cotmehê de êrîş kir. Erdoxan digot ku armanca me ne gelê Kurd e. Lê dema ku êrîş kirin em bi xwe jî bûn şahid ku armanca êrîşên wî tine kirina Gelê Kurd e. Ji ber ku gelek ol mezhep û baweriyên cûda li Serêkaniyê jiyana xwe didan domandin, kirin armanca êrişên xwe.

Şervana YPJ’ê ku ji Roja yekemîn ya berxwedanê şahidiya rihê fedaî kiriye da zanîn ku  ji roja yekemîn de balafiran li serêkaniyê xist. Armanca dewleta tirk ew bû ku gel, Serkaniyê berde da ku bikaribin êrîşên xwe bi awayekî ku ew dixwazin pêk bînin.

Bermal, di axaftinên xwe de bal kişand ser şerê psîkolojîk yê ku destpêkê Dewleta Tirk û çeteyên xwe li ser gel bidin meşandin kir. Armanca dewleta Tirk ew bû ku destpêkê gel bide tirsandin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe di Şerê Serêkaniyê de çekên ku pêwîste di nava ti şeran de neyên bikar anînin û di nava ti şeran de jî nehatiye bikaranîn çekên weke fosfor, kîmyasal li Serkaniyê hatin şixulandin. Dewleta Tirk dibêje ku me ti çekên bi vî rengî bikar neanîne lê em bi xwe bûn şahidê vê rastiyê, ku zarok di van êrişan de şewitîn.

Destpêkê dema ku êrîş kirin bi balafir û çekên giran êrîşên xwe dan destpê kirin. Lê van êrişan ti carî li ser hêza me ya moralê û baweriya bi serkeftinê bandora xwe ya neyînî çênekir. kêm nekir. Berovajî tişta min di hevalên me de didît, rihekî fedaî bû.

Di nava vê berxwedanê de ku gel, zarok, kal pîr, dayik û ciwan li kêleka şervanên xwe şer dikirin de bi balafiran êrîş birin ser gelê Sivîl jî. Bermal gotinên xwe wiha berdewam dike. Destpêkê ji xetekê êrîş kirin. Lê her ku çû êrîşên xwe hîn dijwartir kirin. Lê hevalên me bi qehremanî li ber xwe dan. Me Şehîd û brîndar birîndar jî dan. Şehadet ji bona me pîroze. Ger ku mijar bibe xak wateya wê hîn girantir û pîroztir dibe. Cih di nava vê berxwedaniyê de girtin jibo min xwedî wateyeke mezine. Wek fedaiyeke Rêber APO, me jî cih di nav de girt.

Bermal gotinên xwe wiha berdewam kir. Destpêkê dema ku me dît dijmin dihat me operasyon da destpêkirin. Me digot ku wê çete werin lê me dît ku leşkerên Dewleta Tirk bi tangên xwe û çekên xwe yên giran xwestin pêşde werin lê hevalên me li tangên wan xistin û dan sekinandin. Piştî wê çeteyên girêdayî Dewleta Tirk ketin tevgerê. Wê demê herî zêde çekên xwe yên giran obîs û hawanên xwe bi kar dianîn. Di roja destpêkê de jî dema ku êrîş kirin ti tirsek neket dilê me berovajî wê, me hîn zêdetir hêrsa xwe mezintir kir.

Çeteyên ku bi Tekbîran qîr dikirin me jî bersiva wan bi sirûdên Bijî Berxwedana Serêkaniyê dida.

Çeteyan tekbîr dikşand me jî bi dirûşmeya bijî berxwedana Serêkaniyê bersivê wan dida. Ji dûr de bi çekên xwe yên giran li cihê me dixistin. Pevçûna me ya yekemîn de nêz bi tekbîrên xwe kişandin û hatin. Li wir hevalek me brîndar bû lê birîndariyeke sivik bû. Dijmin wiha diikirî ku bi êrîşên xwe wê moralê me bişkîne lê ne wisa bû me li ber xwe dida û moralê me jî bilind bû me bersivê dijmin jî dida. Pir caran ji dûr de çalakiyên tacîzê li dar dixistin. Dema me li dijmin dida windahiyên wan çêdibûn û li ser moral wan jî bandor dikir.

Bermal di gotinên xwe de bal kişand ser şerê li ser xeta sînor û wiha got.

Deriyê sînor vekirin û çekên xwe yên giran jî di derî de derbas kirin û êrîşên xwe dan domadin. Hevalên me bersivên wan dida û pir caran wesayîtên wan tune dikirin. Dema ku bersivên me didîtin û derbe dixwarin êdî dengê wan qut dibû. Ji bona ku derbe nexwin bi hejmareke mezin dihatin û çekên xwe yên giran û balafirên xwe dixistin dewrê. Hêzeke dijmin ya ku ji bêjahî de êrîş bikin tine bû. Ez karim bêjim li Serê Kaniyê rihê berxwedanê bi serket.

Bermal dilgêş behsa kêliyên birîndariya xwe kir û gotinên xwe wiha berdewam kir. Di nava pevçûnê de ez birîndar bûm. Wê demê dixwest bajar bigrin ji bona wê jî teknîkê xwe bikar dianîn. Dema ku hevalan bi moral şer dikirin ev ji bona me tevahiyan jî dibû moralê herî mezin. Windahiyên dijmin çêdibûn ji ber ku me bi xwe jî cenazeyên wan didît. Di her derbeyeke dixwarin de em kêfxweş dibûn. Ger ku teknîka xwe bi kar neanîna ew hêza wî nîn bû ku şer jî bike. Ez bi xwe jî bi keşifê birîndar bûm. Armanca wan şikandina eniya ku em lê bûn bû. Em birîndar bûn lê cihê me vala nema. Piştî em birîndar bûn jî hevalan cihê me tijî kirin. Ji ber ku em xwedî baweriya emê carekedin bizivirin eniyên xwe û cihên ku dijmin dagir kiriye emê jî ji dest derxin. Destpêkê dema ku ez birîndar bûm mûdaxeleyeke pir zêde çênebû ji ber ku êrîş li ser nexweşaxanê jî hebûn. Em hevalên birîndar li qata bodrumê diman. Em 4 rojan li wir man. Lê em hemû jî bi moral bûn. Ji ber ku baweriya me hebû ku emê derkevin. Pir caran grub dihatin lê dijmin nedihişt ku heval werin birîndaran xilas bikin. Pir caran gel di rê de ji ber yoxuntiya şer şehîd dibûn. Atmosfera wê giran bû lê baweriya me jî mezin bû. Hevalan derdora me diparast deretek mezin di destê me de nebû lê deretê heyî jî hevalan heta dawî bi kar dianî. Erkdarên bijîşk hejmareke kêm bû lê moralê ku didan me jî bilind bû.

Bermal di dawiya axaftina xwe de wiha got; Dema ku ez ji nexwesxaneyê derketim jî piştî çend rojan baran dibariya. Dema ku em derketin jî ji aliyekî de em bi êş derketin lê di aliyê din de jî ji ber berxwedaniya ku hat meşandin em kêfxweş bûn. Niha ez li vê derê me lê baweriya me ya ku emê bi ser biavin heta dawî di dilê me de ye. Em vê carê bi ser dijmin de biçin emê bi kîn û hêrseke mezintir biçin. Em soza vê jî didin.

Navenda Ragihandina YPJ

27.11.2019