Em ê Bi Tekoşîna Hevpar Sala 2020’An Bikin Sala Tevahî Jinan 

161

Sala 2019’an ji bo jinên tekoşînvan û mirovahiya azadîxwaz ku bûye sala berxwedan û bilindkirina hêviya serkeftinê, li hemû cîhanê, gelên bakûr-rojhilatê sûrî, rojava û tevahî jinên dildarê azadiyê pîroz dikin. Bi hêvî û baweriya ku emê sala 2020’an bi tekoşîna hevpar, bikin sala yekîtiya jinên cîhanê û biratiya gelan. Em şehîdên di oxira serkeftina tekoşîna jinan de canê xwe feda kirine bi rêzdarî bîrtînin û soza şopandina rêya wan nû dikin.

Tekoşîna jinên bakur-rojhilatê sûrî, rojhilata navîn û hemû jinên cîhanê bi hişmendiya azadiya jinê azadiya civakê ye û bi diruşmeya ‘jin jiyan azadî’ mohra xwe li sala 2019’an xistiye. Pergala desthilatdar ya ku xwe bi hişmendiya zilamê serdest li ser piyan digre sala 2019’an darbeyek mezin xwariye. Di şexsê DAIŞ’ê de li hemberî tekoşîna jinan çonk daye erdê.

Lê bi tinekirina DAIŞ’ê re şer û aloziya ku mirovahî û jin dijîn bi dawî nebû. Di serkêşiya dewleta Tirk a faşist û dagirker de, bi pilanên dagirkeriya herêmê ev sal jî weke salên dî, şahidi ji şerekî giran re kiriye. Li hemberî şerê qirkirinê yê ku gelan û bi taybet jinan dike armanca êrişên xwe, rastiya gelên berxwedêr û jinên tekoşînvan bi helwest û şêwazê çalakiyên cuda mohra xwe li vê salê xistiye. Di pêşengiya jinên Kurd, Ereb, Suryan, Asurî û hemû netewên cuda di Sûrî de dijîn jinan tekoşîn hem li eniyên pêş yên berxwedanê de meşandin. Ev tekoşîn li her çar aliyê cîhanê belav bûye, li Awrûpa, Latin Emerîka, Hindistan, Afganîstan û her wiha li gelek deverên dinyayê, jinan bi têgihiştina ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, serkeftina jinê di rojava de tê wateya di dinyayê de wê jin bi serbikeve, çalakî li darxistin. Em hemû jinên ku bi vê hişmendiyê cihê xwe di van çalakiyan de girtin spas dikin û wan silav dikin.  Bi sedan rêxistin û saziyên jinan, kesayetên navdar, baweriya xwe bi rêxistin kirin û avakirina hêza xweparastinê di şexsê xwe de şênber kirin û îspat kirin ku jin dikare bi hêza xwe ya cewherî, li hemberî her awayî astengiyan raweste. Sala 2019’an bûye sala hevgirtina gelan, sala tekoşîna hevpar ya jinan. Ev bîr û baweriya jinan ji bo me bûye çavkaniya sereke ya em di tekoşîn û berxwedanê de israr bikin.

Di roja îro de ev xeterî bi dawî nebûye lê van çalakiyan heya astekî ev dagirkerî da sekinandin. Ji bo em dagirkeriya ku hîna jî xeteriya xwe diparêze bi dawî bikin, pêwîste em bi rihê hevgirtî yê ava bûye sala 2020’an tekoşîna xwe bilindtir bikin.  Em weke YPJ’ê minetdarî û rêzdariya xwe li hemberî keda ku jinan raber kiriye tînin ziman.

Me weke yekîneyên parastina jinê YPJ’ê, ji bo em bi erk û berpirsyariya xwe ya gîhandina tevahî jinên azadîxwaz rabin tekoşîn meşand û rêya berxwedanê pejirand. Ji her salê zêdetir jinên cîhanê û bi taybet yên rojhilata navîn li derdora doza me ya azadiyê bi çalakiyên xwe bûn xeleka xwedî lê derketinê. Ev serkeftina di warê ruhî, bawerî û hêviyê de hatiye qezençkirin wê ji bo tekoşîna me ya pêşrojê were mayîndekirin.

Em li ser vê bîr û baweriyê careke din sala 2020’an li mirovahiya azadîxwaz û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi rihê Berxwedana Rûmetê em şehîdên tekoşîna azadiyê û şehîdên di oxira destkeftiyên sala 2019’an de canê xwe feda kirine bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe nû dikin.

Fermandariya Giştî Ya YPJ

01.01.2020