Em ê Sala 2020’An Bikin Sala Têkbirina Dagirkeriya Dewlata Tirk

210

Şervanên YPJ’ê yên di eniyên pêş ên parastinê de, bi boneya sala nû, nêrîn û hêviyên xwe anîn ziman û wiha gotin: “ Me bi rihê Berxwedana Rûmetê sala 2020’an pêşwazî kir, wê erka me ya vê salê parastina rûmeta mirovahiyê be.”

 “Em bi vîn, bawerî û hêviya jiyana azad têkoşîn dikin”

Şervana YPJ’ê ya bi navê Partîzan Serxwebûn, di destpêka axaftina xwe de sala 2020’an li Rêber Ocelan, şehîdên azadiyê, gelan û tevahî jinan pîroz kir û wiha axivî: “ Sala 2019’an ji bo hemû jinan û bi taybet gelan hem bi êş bû û hem jî xwedî destkeftiyan bû. Em bi pêngava şerê tinekirina DAIŞ’ê re ketin sala 2019’an û di mehên dawiya salê de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedana rûmetê hate destpêkirin û hina jî berdewam dike. Çawa me di sala 2019’an de di Bahozê de çeteyên DAIŞ’ê têk bir, me weke şervanên YPJ’ê bi vîn û berxwedana xwe, bi rihê fedayî şer kir û serkeftinên dîrokî bi destxistin.  Em ê weke şervanên YPJ’ê di vê demê de, bi rihê Hevrîn Xelef, dayîka Eqîde û Amara ku çawa îro bûne sembûla berxwedana rûmetê. Em jî bi tekoşîna van jinên tekoşîvan sala nû pêwazî dikin. Armanca me ji bo sala nû ew ku em êrîş û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê têk bibin. Şerê jin, baweriya serkeftinê ku dide hemû gelan, em ê jî vê serkeftinê diyarî gelê xwe bikin. Em ê bi vê bîr û baweriyê tekoşîna xwe heta dawî bidin meşandin. ”

“Em ê sala 2020’an bikin sala tekoşîna gelan û berxwedana jinan”

Şervana YPJ’ê Melsa Awaz, axivî û wiha got: “Em sala nû di serî de li Rêber Ocelan, şehîdên şoreşê û gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em bi ketina sala nû re soza me daye rêhevalên xweyî şehîd nû dikin. ji bo em hêvî û xeyalên wan bi cih bînin em ê heta dawî tekoşîn bikin. Di heman demê de em ê vê salê bikin sala azadiya Rêber APO. Em ê bikin sala ku faşîzimê di Bakûrê-Rojhilatê Sûrî de têk bibin. Em niha weke hêzênYPJ’ê û hêzên Sûriya Demokratîk di eniyên şer de tekoşîn dikin. Li himberî dagirkeriya li ser axa welatê me tê kirin, êrîş û komkujiyên li ser gelê me tê meşandin, em ê heya li ber xwe bidin û tekoşîna xwe bidomînin.”

Awaz: Di dawî de da zanîn armanc û biryardariya xwe bi vî awayî anî ziman: “Em ê xaka Bakûr- Rojhilatê Sûrî, ji hêzên dagirker û faşîzim re, bixin goristan. Wê ev di rûpelên dîroka gelan de were nivîsandin û ev têkçûna dewleta Tirk wê ji bo hemû hêzên dagirker bibe dersek herî mezin. Wê sala 2020 ji bo tekoşîna gelan û berxwedana jinan bibe sala serkeftin û azadiyê.”

“Jin bi azadî û rûmeta xwe xweşik dibe”

Şervana YPJ’ê Delal Amed, nêrîna xwe wiha anî ziman:Sala 2020’an di serî de li Rêber APO, şehîdên Berxwedana Rûmetê û tevahî şehîdên me yên ku di oxira xaka welat de canê xwe de feda kirine û hemû gelan pîroz dikin. Ez jî weke şervanek YPJ’ê cihê xwe di berxwedana rûmetê de digrim. Jin bi azadî û rûmeta xwe xweşik dibe. Em ê di sala nû de çalakiyên hîna mezintir û xurttir li dar bixin. Ji bona ku em azadî û rûmeta gelan biparêzin.”

Navenda Ragihandina YPJ

01.01.2020